Li Îsfahanê 8 jinên Bahaî hatin girtin
Aktîvîstan û çavkaniyên civaka Bahaî, ragihandin ku li Îsfahanê 8 jinên Bahaî hatine girtin û ji bo pêkanîna biryarên darezê sewqî Girtîgeha Dolatabadê hatine kirin.
Navenda Nûçeyan – Aktîvîstên mafên mirovan û kanalên aydê civaka Bahaî, ragihandin ku di 27’ê Kanûnê de Nagîn Khademî, Yegâne Ruhbakhsh, Neda Badkhash, Mojgan Shahrezaî, Shana Shoghi-Far, Arzu Subhaniyan, Parastoo Hakîm û Neda Emadî hate binçavkirin û sewqî Girtîgeha Dolatabad a li Îsfahanê hate kirin. Ev pêkanîn, beriya niha di dozên wekhev de ji aliyê komên mafên mirovan û malperên nûçeyan ên civaka Bahaî ve jî hatibûn raporkirin.
Mîna berdewamiya girtin û cezayên di du salên borî de li hemwelatiyên Bahaî yên li Îsfahanê hatine birîn, hinek biryarên dadgehê di temyîzê de hatin êrêkirin. Nagîn Khademî, Yegâne Ruhbakhsh, Neda Badkhash, Mojgan Shahrezaî, Shana Shoghi-Far, Arzu Subhaniyan û Parastoo Hakîm mehkûmê 10 sal cezayê girtîgehê û Neda Emadî jî mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê û cezayê pere ya 50 mîlyon tûmen hate kirin.
Her wiha, ji hemûyan re cezayên zêde yên mîna 2 salan qedexeya derketina ji derveyî Îranê û 2 salan qedexeya bikaranîna medyaya dîjîtal jî hate dayîn.