Li Îranê zextên li ser rojnamevanan zêde dibe
Di roja 44’emîn a xwepêşandanan de, li Îranê zext û sînordarkirinên li dijî rojnamevanan zêde dibin. Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan, ragihand ku gazîkirina dozgeriyê, desteserkirina amûran û sînordarkirinên ragihandinê berfireh dibin.
Navenda Nûçeyan – Tê ragihandin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji destpêka xwepêşandanan û vir ve zext û sînordarkirinên li dijî rojnamevanan zêde dibin. Geşedanên dawî, mîna parçeyekî kampanyayek berfireh ku xebatkarên medyayê û aktîvîstên siyasî hedef digre, tê nirxandin.
Di roja 44’emîn a xwepêşandanan de, hate diyar kirin ku piştî binçavkirina rojnamevan û çalakvanên siyasî, zextên li ser rojnamevanan zêde bûne. Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ), ragihand ku Sekretera Sendîkaya Rojnamevanên Îranê Bedr Sadat Mofîdî ji bo ku îfade bide dozgeriyê hatiye gazîkirin.
Rojnamevan ji bo dozgeriyê tên gazîkirin
Li gorî nûçeyan, hêzên ewlehiyê çûne mala Bedr Sedat Mofîdî wê ji bo roja sêşemê gazî Dozgeriya Evînê kirine. Lêbelê, der barê sedema gazîkirinê, sûcdariyên li dijî wê an jî kîjan saziyê pêvajo daye destpêkirin de tu daxuyaniyek fermî nehat dayîn.
Li gorî rapora IFJ’ê, telefon, komputer û hin alavên Edîtora Giştî ya malpera nûçeyan "Rokna” Azadeh Moxtarî hatine desteserkirin û gihîştina wê ya înternetê hat sînordarkirin. Rayedaran sedem eşkere nekirin.
Xetên telefonê tên girtin
Rojnameya Payam Ma, ragihand ku xeta telefonê ya rojnamevan Elahî Xosravî hatiye astengkirin. Elahî Xosravî, wiha got: "Xeta telefonê ya min heta niha du caran hat girtin. Sala borî rayedarên ewlehiyê gazî min kirin û ji min xwestin ku ez parvekirinên xwe yên X’ê û Instagramê jê bibim."
Beriya niha Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan, navên 8 rojnamevanên li Îranê tên girtin weşand. Di nava van navan de rojnamevana serbixwe Vida Rabbanî û nûçegihana kovara "Yol" Somayeh Heydarî jî cih digre. Li gorî raporê, hinek rojnamevan ji destpêka xwepêşandanan û vir ve li cih, şert û mercên cûda de dibin binçavan de tên girtin.