Li Îranê zextên ewlehiyê li dijî çalakvanên jin zêdetir dibe

Veguhaztina çalakvana sivîl Tîna Dîljo bo girtîgeha Lakan ya bajarê Reştê destnîşan dike ku rêjîma Îranê pêla zexta ewlehî û dadweriyê li li dijî çalakvanên jin û xwepêşanderan zêdetir kiriye û girtîgehan wek amûra bêdengkirinê bikartîne.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana sivîl Tîna Dîljo ya ku li Reştê dijî û cezayê girîtgehê ya salekê lê hat birîn ji bo girîgeha Lakan ya  li bajarê Reştê hat veguheztin.

‘Berê jî hatibû darizandin’

Berê jî ji aliyê Şaxa Sêyemîn a Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi tohmeta “propagandaya li dijî sîstem” salek cezayê girtîgehê hatibû birîn. Ev cezayê ku ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Cîlanê ve jî hat piştrastkirin.

‘Curbecur tawan’

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, çalakvan Tîna beşek ji vê cezayê berê di bin kontrolkirina elektronîkî de hatibû pêkanîn, derbaskiribû. Lê yekser piştî ku dema kontrolkirinê bi dawî bû, ew bi cîbicîkirina cezayek têkildarî dozek din ve ji bo girtîgehê hate veguhestin. Tawana doza duyemîn li dijî wê ew bû “belavkirina agahiyên ne rast li ser bombarankirina dibistanan” bû.

 Tîna Dîljo ku xwediyê Masterê ye zanista siyasî ye. Yek ji jinên ku di xwepêşandanên destpêka salê de ku li seranserî welat belavbûbûn bi zextên ewlehî û dadweriyê yên berfireh re rû bi rû mane de ye. Ev doza dawî ya li dijî Tîna Dîljo doza sêyemîn a qanûnî ye  ku ji destpêka xwepêşandanên serhildana”Jin Jiyan Azadî” vir ve dest pê kiriye.

‘Herî zêde çalakvanên jin rastî zext û zordestiya rêjîma Îranê tên’

Di mehên dawî de, saziyên ewlehî û dadweriyê yên Komara Îslamî zextên xwe li ser çalakvanên jin, rojnamevan, xwendekar û çalakvanên civaka sivîl bi girîngî zêde kirine. Ji bilî girtin û gazîkirinên dubare, gelek jinên xwepêşander rastî cezayên giran ên girtîgehê, qedexeyên civakî hatine. Her wiha jin di sînorên kar û perwerdehiya xwe rastî zext û astengiyên psîkolojîk tên.  

‘Bêdengkirina dengê rexnegiran’

Çalakvanên mafên mirovan destnîşan kir ku yek ji siyaseta rêxistinkirî ew e, bi karanîna dozên ewlehiyê li dijî jinan ku wan ev yek wek “beşek ji siyasetek rêxistinkirî ye ji bo bêdengkirina dengên rexnegir û afirandina atmosferek tirsê di nav civakê de” bi nav kirin.

Girtîgeh amûra bêdengkirinê ye

Veguhestina Tîna Dîljo bo girtîgeha Lakan a Reştê di demekê de tê ku gelek rapor destnîşan dikin ku li girtîgehên Îranê li ser girtiyên siyasî yên jin di bin şert û mercên zehmet de zextek zêde heye.  Her wiha rêxistinên mafên mirovan ji bo karanîna girtîgehan, cezayên darizandinê û gelek dozên dadgehê wek amûrên tepeserkirin û kontrolkirina xwepêşandarên jin hişiyarî dan.

Tevî zêdebûna rexneyan, pêvajoya girtina çalakvanên jin li Îranê berdewam dike û dezgehên ewlehiyê hewl didin ku bi vekirina dozên nû zextek berdewam li ser çalakvanên sivîl û siyasî bidomînin.