Li Îranê zexta beşdariya meşan li malbatên girtiyan tê kirin
Komîteya Têkoşîna Azadiya Girtiyên Siyasî ragihand ku hêzên ewlehiyê zextê li malbatên kesên hatine binçavkirin û girtin dikin da ku beşdarî meşên fermî bibin û gefa ger ew pabend nebin, dê derbarê rewşa girtiyên xwe ti agahî negrin.
Navenda Nûçeyan – Komîteya Têkoşîna Azadiya Girtiyên Siyasî li Îranê daxuyaniyek lezgîn weşand û ragihand ku zexta beşdariya meşan li malbatên kesên girtî tê kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku saziyên ewlehiyê yên dewleta Îranê di demên dawî de bi awayekî nemirovane zextên li dijî malbatên girtiyan zêde kirine. Li gorî agahiyên ku komîteyê bi dest xistine, hêzên ewlehiyê her cure agahî li ser rewşa girtiyan, cihên girtinê û rewşa tenduristiyê bi beşdarbûna malbatan a meşên fermî ve girê dane. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rejîm ne tenê beşdarbûna mecbûrî dixwaze, di heman demê de zextê li malbatan dike ku vîdyoyan bikşînin û wan neçar dike ku dilsoziya xwe bi rejîma ku xizmên wan girtine re îlan bikin.
Jiyana kesên hatine girtin di xetereyê de ne
Komîteyê ev kiryara li dijî malbatan wek îşkenceya psîkolojîk a eşkere, bi armanca bi canê girtiyan rewatiyek sexte pêkbîne rehîn digre bi nav kir. Komîteyê her wiha got: “Armanc ew e ku raya giştî ya cîhanê bixapînin û têgihiştinek derewîn biafirînin ku raya giştî bi rejîmê re ye.” Saziyên navneteweyî hişyar ku û da zanîn ku dimenên bi vî rengî di bin zext, gef û îşkenceyê de hatine kişandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bazarkirina li ser mafên herî bingehîn ên malbatan, wekî mafê wergirtina agahiyan derbarê zarokên xwe de, nîşan dide ku jiyana girtiyên siyasî di navendên binçavkirina yek kesî û veşartî de di xetereyek cidî de ye. Di dawiyê de, Komîteyê bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û hikûmetên alîgirê azadiyê kir ku vê ‘şantaja’ Komara Îslamî ya Îranê şermezar bikin.