Li Îranê zext û tundî zêde dibe
Li Îranê girtinên kêfî, darvekirin û êrîşên hêzên ewlehiyê didomin. Bi zexta ku gelê sivîl û zarok tên hedefgirtin re her diçe krîza mirovî kûrtir dibe.
Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên gel ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ket roja xwe ya 23’yan, zexta rejîmê û tundî zêde bûye û hewl didin civakê bi mekanîzmayên ewlehiyê kontrol bikin.
Qetilkirina bi hezaran xwepêşanderan binçavkirina bi sedan kesan, asta terora sîstematîk ku rejîm ji bo bêdengkirina dengê gel serî lê daye radixe ber çavan. Zextên ku li Karaj û Tahranê tên pêkanîn, komkujiya li bazara Rişte hat jiyîn, nîşan dide ku xwepêşandanên li Îranê ne tenê tevgera gelekî ye, di heman demê de di aliyê mafên mirovan de krîzeke dîrokî ye.
Darvekirin didomin ji du aktivîstan tu agahî nayê girtin
Li welat bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, girtin, binçavkirin û darvekirin didomin. Di navbera rojên 5-15’ê Çileya 2026’an de 127 girtiyên berê hatine darvekirin. Di hefteya sêyem a meha Çileyê de li Rojhilatê Kurdistanê girtina kêfî û zextên li hemberî aktivîstên mafên sivîlan hatin tesbîtkirin. Aktivîstên di qada mafên jinan û civaka sivîl de dixebitin, berê jî yên beşdarî tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûne, bêyî biryareke hiqûqî hatin binçavkirin û wan birin cihên nediyar. Li Sine ji aktivîsta mafên jinan Şehrzad Rezaî û girtiya siyasî ya berê Kejan Vatanpur xeber nayê girtin.
Di rojek de 70 cenaze
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di sê hefteyan de, di encama êrîşa hêzên hikûmetê de 150 sivîlên Kurd jiyana xwe ji dest dan û ji vana nasnameya 53 kesan hat tesbîtkirin. Piraniya kesên hatine kuştin bi êrîşên hêzên Muhafizên Şoreşê pêk hat. Komkujiya herî zêde di 18’ê Çileyê de li Kirmaşanê hat jiyîn, hat diyarkirin ku herî kêm 70 cenazeyan birine nexweşxaneya Taleghanî. Zêdeyî 500 Kurd hatine girtin.
Berxwedana gel a li dijî zextê didome
Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan a Navenda wê DYE (HRANA) ragihand ku hejmara kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane bûye 3 hezar û 919, 24 hezar û 669 kes hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku hejmar ji vê gelek zêdetir e. Di nûçeya ku xwe dispêre çavkaniyên Sunday Tîmes de hat diyarkirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 16 hezar û 500 kesan, hejmarek zêde kesên birîndar ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest dane û hat diyarkirin ku di hinek rewşan de Muhafizên Şoreşê destûr nedane xwînê bidin birîndaran.
Sûcê li dijî mirovahiyê
Sunday Times, asta zexta li ser xwepêşandanên li Îranê eşkere kir û wiha hat gotin: “Li 8 hezar kesan rasterast gule hatin barandin û çavên wan kor bûn. Nêzî 18 hezar kes hatin qetilkirin, zêdetirî 330 hezar kes birîndar bûn. Tenê li navenda çav ya ‘Nûr’ a li Tahranê 7 hezar bûyerên birîndarbûna çav hene. Rêxistinên mafên mirovan, van çalakiya wekî sûcên li dijî mirovahiyê bi nav dikin û diyar dikin ku asta tundiya sîstematîk gihîştiye asteke wisa ku mînakên wê nehatine dîtin. Xebatkarek goristana Behesht-e Sakineh da zanîn ku bi sedan cenazeyên nasnameyên wan nediyar, anîne vê derê û daxwaz kirine ku veşartina wan bê nasname were kirin lê belê xebatkaran bi awayekî mirovî ev asteng kirine û diyar kirin ku wê cenazeyan bi belgeyan qeyd bikin.
Zarokan jiyana xwe ji dest dan
Di xwepêşandanên li Îranê de hejmarek zêde zarokan jiyana xwe ji dest dane. Cenaze bêyî merasîmên fermî, di nava zexta ewlehiyê de radestî malbatan dikin û ji hinek malbatan ji bo cenaze bidin wan daxwaza paran kirine. Li gorî îstatîstîkên fermî û saziyên mafên mirovan, herî kêm 21 zarokan di encama polîtîkayên zextê yên dewletê de jiyana xwe ji dest dane.
Tiştên li bazara Rişte hatin jiyîn, zext û tundiya rejîma Îranê rasist ber çavan. Dîmenên şewat û hilweşînê ku di medyaya dîjîtal de tên parvekirin, kêliya ku dewlet dîsa weke hêzeke hilweşîner ketiye nava civakê nîşan dide. Şahidan belge kirin ku hêzên ewlehiyê bi qest bazar dane ber agir. Rapor piştrast dike ku dema xwepêşandanan xwe spartine bazarê derî hatine girtin yên derketine kirine hedef.