Li Îranê zext û binçavkirin zêde dibin
Di xwepêşandanên berfireh ên li seranserê Îranê de, mudaxeleyên hêzên ewlehiyê didomin. Di xwepêşadanan de qutbûna înternetê, binçavkirinên girseyî û darvekirin didome mirov hewl didim xizmên xwe li stadyuman teşxîs bikin.
Navenda Nûçeyan- Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî krîza aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandanan dest pê kirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tundî êrîşê xwe pêşandanan dike jî her diçe xwepêşandan berfirehtir dibin û di roja xwe ya 29’an de didomin.
Ev nêzî mehek e, kolanên Îranê bi aram nebûne, xwepêşandan didomin, ji aliyê rayedaran ve zext û binçavkirin zêdetir dibin. Krîza jinên girtî yên li Şîrazê, rûyê reş ê desthilatdariyê careke din nîşan dide. 150 jinên li girtîgeha Adil Abad tên girtin, piranî xwendekar û aktivîstên sivîl, di nava şertên zor de tên girtin. Hucre gelek qerebalix e û ji mafên herî bingehîn ên mirovî bêpar in. Di heman demê de serdan û têkiliyên malbatan jî hatine sînordarkirin. Ev geşedan welat ber bi qonaxa rageşiyeke nû ve dibe.
Cenaze li stadyuman tên teşxîskirin
Rayedaran li girtîgeha Qezel Hesar a Karajê, du ciwanên Kurd darve kirin. Di vê navberê de înternet hê tune ye û mafê herî dawî yê malbatan ên serdanê hatiye astengkirin. Di heman demê de medyaya dewletê, ciwanek ji baweriya Zeduştî di nav de, bi zorê îtirafkirina ciwanan weşand. Raporên xwecihî dîmenê ku cenazeyên hinek xwepêşanderan ên dibirin stadyuma Kimyinî û li wê derê hewl dane teşxîs bikin parve kirin. Ev rewş asta zextê ya bi xwîn radixe ber çavan.
Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane
Ajansa Mafên Mirovan (HRANA) diyar kir ku girtiyên jin ên li Şîrazê di şertên dermirovî de tên girtin û li qawîşan, girtiyên ji sûcên madeyên hişbir û cînayetên jinan bi cih kirine. Ev rewş biçûkxistina sîstematîk û polîtîkaya zextê ya psîkolojîk radixe ber çavan.
Di rapora HRANA’yê de hat diyarkirin ku, di xwepêşandanan de herî kêm li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 5 hezar û 459 kes hatine kuştin. Her wiha 40 hezar û 887 xwepêşander hatine binçavkirin û 7 hezar û 403 xwepêşander jî birîndar bûne. Di nava kesên hatine kuştin de, 5 hezar û 149 jê xwepêşander in. Di nava wan de jî 60 zarokên temenê wan di bin 18 salî de hene. Li gorî heman raporê 11 hezar û 23 kes ji bo saziyên ewlekariyê hatine vexwendin.
Li aliyê din daneyên NetBlocks ên der barê qutbûnên înternetê de, nîşan dide ku qutbûna înternetê ketiye hefteya xwe ye sêyem, hikumet ji bo civakê kontrol bike û belavbûna agahiyan asteng bike wek amûra zextê bi kar tîne.