Li Îranê zext binçavkirin û darvekirin didomin
Li Îranê, di rojên dawî de girtin, cezayê girtîgehê û darvekirin zêde bûne, hunermendê Kurd Mehdî Tavakkolî, dayîk û xwişka xwe, di encama gulebaran Muhafizên Şoreşê de jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan – Nûçeyên der barê tepeserkirin, binçavkirin û darvekirinan de li Îranê li pey hev tên. Di demên dawî de, rêveberê Mala Wênekêşên Kurdistanê û damezrînerê Mala Hunerê ya Çav, Mehdî Tavakkolî, dayîka wî Meryem Aslanî û xwişka wî Sumeyye Tavakkolî dema wesayîda wan a taybet li ser riya Merîvan-Bane bû, ji aliyê Yekîneya Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve hat gulebarankirin û di encama vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan. Parêzvanên mafên mirovan bûyer wekî ‘Înfazên ji aliyê dewletê ve’ bi nav kirin û fikarên nû li ser tundiya hêzên ewlehiyê li dijî sivîlan zêdetir bûn.
Zextên li dijî jinan didomin
Di rojên dawî de, li bajarên cuda yên Îranê girtin û binçavkirin didomin. Hat ragihandin ku welatiya Baheyî Sîma Sebto ku di girtîgehê de ye, mafê wê yê serdan û telefonê hatiye qedexekirin û her wiha welatiya Baheyî Neda Bedaxş a 62 salî ku li Girtîgeha Esfahan Devletabadê ye, tevî xirabûna rewşa wê ya tenduristiyê, dermankirina wê hatiye redkirin.
Marziye Meşhedî û Hadise Morvaridî ku berê der barê wan de doz hatibû vekirin, bi temamî 10 sal û rojek cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Her wiha nûçeyek der barê binçavkirina çalakvanê civaka sivîl Alî Musinejad Ferkuş, Said Leşnî û Îsmail Hatiri û Fuat Şadî, endamên rêxistineke xêrxwaziyê li Kamiyaran hatin weşandin.
Hat ragihandin ku xwendekara hiqûqê Daniyal Hebîbullahî ji 20 Nîsanê ve di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de ye, Behnam Muzafferî ku ji Mahabadê ye zêdetirî hefteyek e hatiye girtin û malbatê tu agahî jê negirtiye. Melayê Sunnî Îmad Mistefayî, Ehmedreza Xurrem ê ji Behbehanê û welatiyê Belûc Îbrahîm Melahî yê ji Mînabê jî di nav kesên ku aqûbeta wan nayên zanîn de ne.
Li aliyê din, çalakvanê civaka sivîl a Kurd ji Bukanê, Pêşewa Çemenî piştî du rojên binçavkirinê hat berdan. Îdiayên ku di dema binçavkirinê de rastî tundî, îşkence gefxwarinê hatiye, di raya giştî de hatin belavkirin.
Xwepêşander hê jî cezayên girtîgehê digrin
Meqamên dadweriyê cezayên girtîgehê ji bo kesên ku di dema xwepêşandanan de hatine girtin didomînin. Cezayê 10 sal û rojek girtîgehê ku ji Yunus Nebîzade yê ji Urmiyeyê hatibû dayîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
Arş Mîrzayî, Elî Baratî û Îrfan Sajjadî ku di xwepêşandanên meha Çileyê de hatibûn girtin, mehkûmî cezayê girtîgehê û pereyan hatin kirin.
Boksorê neteweyî yê 17 salî Yasîn Serferaz bi 3 sal û 3 meh cezayê girtîgehê û 180 milyon Tumen cezayê pereyan hat cezakirin. Ribvar Marabî ji bo ku cezayê xwe yê şeş sal girtîgehê bikşîne sewqî girtîgeha Mezin a Tehranê hat kirin.
Her wiha, cezayê 4 sal û 3 meh ê girtîgehê yê ku li Xuşyar Rizvanî hatibû birîn, ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat erêkirin û cezayê 5 sal ê girtîgehê li Naîm Leşkerî hat birîn. Girtiyên siyasî Ebûlfazl Rehber û Omîd Rehber bi tevahî 46 sal cezayê girtîgehê girtin.
Ferhad Bagçekî û Said Bagçekî yên welatiyên Kurd ên ji Bocnurdê, bi temamî 5 sal û 4 meh cezayê girtîgehê û 74 caran cezayê qamçiyê li wan hat birîn.
Du xwepêşander li Esfahanê hatin darvekirin
Emîr Huseyîn Safarî û Ebûlfezl Sipahî ku di xwepêşandanên meha Çileyê de hatibûn girtin, piştî ku cezayê darvekirinê li wan hat birîn, li Esfahanê hatin darvekirin. Piştî darvekirinan, di navbera xwepêşanderên li Meydana Elîxanî kom bûn û Muhafizên Şoreşê de pevçûn derket. Çavkaniyên mafên mirovan ragihandin ku jina ciwan Anahîta Azerşab ku beşdarî xwepêşandanan bûbû, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de miriye. Lê belê ev agahî hê bi fermî nehatiye piştrastkirin.
Berê welatiyên Tirkmen Cevad Mîrhasanî û Emîrabbas Hatemî li Girtîgeha Gonbad Kavûs û welatiyê Tirkiyeyê Selman Xulamî li Girtîgeha Navendî ya Erdebîlê hatibûn darvekirin. Girtiyê siyasî yê Kurd ê 30 salî Serdar Qadirî yê ji Mehabadê jî hatibû darvekirin. Her wiha karkerê Belûc Îsa Çarî piştî cezayê darvekirinê li Girtîgeha Qizilhîsarê sewqî hucreya yekkesî hatibû kirin.
Greva birçîbûnê ya li girtîgeha Qizilhîsarê di roja 16’an de ye
Bertekên li dijî cezayên darvekirinê didomin, greva birçîbûnê ya ku ji hêla girtiyên Beşa 2’an a Girtîgeha Qizilhîsarê ya li Keracê ve hatiye destpêkirin, ket roja xwe ya 16’an. Girtiyên ku li dijî darvekirinan nerazîbûnê nîşan didin xwarinê red dikin, tê ragihandin ku nêzî 140 girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, şandine beşên din. Vê rewşê di nava xizmên girtiyan de bûye sedema fikaran û diyar dikin ku dibe zextên li ser wan zêdetir bibin.
Di heman demê de, li Kirmaşan, Sine, Şûş, Reşt û Ehwazê, teqawidbûyan li dijî bihabûna jiyanê û krîza aborî xwepêşandan li dar xistin. Di heman demê de piştgirî dan kesên ku li dijî cezayê darvekirinê ne û girtiyên siyasî. Xwepêşanderan daxwaza rawestandina darvekirinan, berdana girtiyan û bidawîanîna polîtîkayên tepeserkirinê kirin.
Hişyariya ‘civak tê leşkerkirin’
Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku li gorî nûçeyan saziyên perwerdeyê, mizgeft û nexweşxaneyan ji bo armancên leşkerî tên bikaranîn, zarok perwerdeya leşkerî dibînin û zarokan tevlî komên çekdar dikin.
Konseya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyên Îranê jî perwerdeya leşkerî ya zarokan şermezar kir û diyar kir ku ev yek destrêjiya li ser zarokan e û tundiyê rewa dike. Pisporên mafên mirovan gotin ku polîtîkayên ewlehiyê yên li welat, tundî, binçavkirin û darvekirinan normalîze dikin û atmosfera tirs û bêewlehiyê di civakê de kûrtir dikin.