Li Îranê tundî dibe beşek ji hevkêşiya desthilatiyê
Tundî li Îranê êdî wek encamek rasterast a polîtîkayên tepeserkirinê nayê dîtin, di nav hesabên siyasî de bûye amûrek çalak ku tê de ji bo hêmanek ji hevsengiya hêzê, jiyana mirovan tê kêmkirin.
BARŞANAK DOLTÎARÎ
Navenda Nûçeyan – Îran di demên dawî de, ji ber ku şer û krîzên ewlehiyê bûne sedema zêdebûna tundrewiyê di nav welêt de û ji ber tengbûna qada giştî, yek ji demên herî aloz dijî. Rûbirûbûnên herêmî bûne sedema xurtkirina nêzîkatiya ewlehiyê û zêdekirina zextê li ser dengên rexnegir. Sînorên di navbera parastina ewlehiya neteweyî û sînordarkirina mafên sivîl de, nezelal û nakoktir kirine.
Ne zelalbûna agahiyan dabeşbûna civakî û bêbaweriya gel nîşan dide
Li gor hin şahidan dibistana seretayî ya keçan a li Minabê di bûyerek dawî de rastî êrîşê hatiye û hejmara qurbaniyan gihîştiye 165 keçan. Li gor hin gotegotên ku balê dikşînin ser motîfên navxweyî û êrîşê bi saziyên hikûmetê ve girêdidin, dihewînin. Ev îdia bêyî lêpirsînek serbixwe, xeteriyan bi xwe re ava dike.
Afirandin û belavkirina van vegotinan kûrahiya dabeşbûnên civakî û asta bilind a bêbaweriya gel nîşan dide. Di demên şer û di bin hawîrdorek ewlehiyê ya pir hesas de, herikîna agahiyan bi sînor e û nebûna agahiyên fermî dibe ku bibe sedema belavbûna vegotinên nakok di raya giştî de. Ji ber vê hewcedariya lêpirsînên zelal, hesabdayîna saziyên berpirsyar û mîsogerkirina parastina sivîlan, bi taybetî zarokan, zêde dibe.
Zarok bûn hedef
Bûyerên ku di dema xwepêşandanên xwînî de qewimîn û zarok hatin kuştin, nikarin ji vê çarçoveya krîtîk veqetandî werin analîzkirin. Dema ku hikûmetek xwe di şer de an jî li ber şer dibîne, pêşîniyên ewlehiyê li ser mijarên mafên mirovan girîngtir dibin û xetera normalîzekirina tundiyê zêde dibe. Di hawîrdorek wisa de, xwepêşandana civakî ne wek beşek ji jiyana sivîl, wek gefek li ser aramiya siyasî tê dîtin. Di encamê de, bikaranîna hêzê berbelav dibe û çarçoveya tepeserkirinê berfireh dibe.
Geşedanên li Îranê rû dane
Xwepêşandan li Îranê di 28’ê Kanûna 2025’an de dest pê kirin û di nav çend hefteyan de, ev xwepêşandan bi bersiveke tund a hêzên ewlehiyê re rûbirû man. Di 8 û 9’ê Çileya 2026’an de gihîşt lûtkeyê. Raporên serbixwe yên mafên mirovan destnîşan dikin ku hikûmetê ji bo tepeserkirina xwepêşanderan cebilxaneya rastîn, agir û çekên kontrolkirina serhildanan bi kar aniye, rêbazek ku bûye sedema kuştina sivîlên bêçek, di nav de zarokên di bin temenê 18 salî de. Ev bûyer di dîroka Îrana nûjen de bêhempa an kêm e û bala civaka navneteweyî kişandiye ser xwe.
Li gorî raporeke îstatîstîkî ya serbixwe, di xwepêşandanên Çileya 2026’an de herî kêm 21 zarokên di bin temenê 18 salî de, bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê hatine kuştin. Lêkolîn nîşan didin ku qurbanî li bajarên cûrbecûr ên wek Mervdeşt, Îmam Şehr, Qir, Karzîn, Kirmaşan, Îsfehan, Kerec ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine hedefgirtin. Di nav van zarokan de, zarokekî sê salî hatiye kuştin. Ev yek jî giraniya tundiyê û bikaranîna wê ya zêde û nehevseng nîşan dide.
Herî kêm 118 zarok hatin kuştin
Her wiha daneyên ku ji hêla dezgehên medyayê yên serbixwe ve li ser bingeha statîstîkên mafên mirovan hatine weşandin nîşan didin ku heta dawiya Çileya 2026’an herî kêm 118 zarokên di bin 18 salî de di xwepêşandanan de hatine kuştin. Ev hejmar li ser daneyên serbixwe û verastkirî yên ku ji hêla torên çalakvanên mafên mirovan ve hatine berhevkirin e. Ev dane nîşan didin ku tundiya li dijî zarokan di dema xwepêşandanan de sîstematîk bû.
Di qanûna navneteweyî de, mafê jiyan û ewlehiya kesane bi taybetî ji bo zarokan, yek ji prensîbên herî bingehîn e. Ev peyman gelek pergalên qanûnî, di nav de Îran jî pabendî wê bûne an jî prensîbên wekhev di belgeyên xwe yên navxweyî de pejirandine. Mafê tu hêzek ewlehiyê tune ku hêzek nehewce an kujer li dijî mirovên bêguneh bi taybetî zarokan, bikar bîne.
Bi kampanyayek hevrêzkirî ya tepeserkirinê hedef girtin
Tundiya li dijî zarokan di dema xwepêşandanan de ji avahiya siyasî ya serdest a li Îranê cuda nayê dîtin. Rapor nîşan didin ku li hember xwepêşandanên seranserî, hikûmetê li şûna ku stratejiyek diyalog û rêveberiya qeyranê qebûl bike, serî li tepeserkirina hovane û leşkerîkirina qadên giştî da. Li gor belgeyan bersiva rayedarên Îranê ji bo xwepêşandanên Çileya 2026’an, ne tenê rêze "pevçûn" an "tedbîrên ewlehiyê" bû, her wiha kampanyayeke hevrêzkirî ya tepeserkirinê bû ku tê de hêzên ewlehiyê û Pasdarên Şoreşê ji bo tepeserkirina xwepêşanderan li çend bajaran guleyên rastîn, gaza rondikrêj û topên avê bikar anîn.
Bêdengî sûcan zêde dike
Ji perspektîfa dadweriya siyasî ve kuştina zarokan rewatiya her rejîmê têk dibe, ji ber ku dewletek ku di parastina endamên xwe yên herî lawaz de têk diçe bingeha xwe ya ehlaqî winda dike. Ji ber ku hedefgirtina zarokan li gorî pîvanên navneteweyî sûcek li dijî mirovahiyê ye.
Kuştina zarokan di xwepêşandanên Îranê de ne tenê îstatîstîkek di raporekê de ye, her wiha nîşaneyek e ku parastina mafên mirovan li hember tepeserkirina siyasî hilweşiyaye. Heta ku civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî gavên biryardar navêjin, dubarebûna trajediyên wiha dê îhtîmalek berbiçav bimîne. Ji ber ku bêdengiya li hember sûcên li dijî zarokan têne kirin, tê wateya qebûlkirina bêdeng a tundiyê wek amûrek siyasî.