Li Îranê serhildan mezin dibe: Ne mele ne jî Şah
Li Îranê çalakiyên ku jixwe didomiyan, bi hefteyan e bi têkçûna aborî û xizaniya ku zêde bûye re berfirehtir bûn, veguherî tevgereke li dijî rejîmê û êrîşa hêzên ewlekariyê hêrsê mezintir kir. Ji Tora Piştevaniya Koçberan Yildiz Onen nirxandin kir.
ELÎF AKGUL
Stenbol – Xwepêşandanên li dijî rejîmê ku bi hefteyan e li her çar aliyên Îranê didomin, veguherîn serhildaneke civakî. Bilindbûna enflasyonê, hilweşîna pere û xizaniya ku her diçe zêdetir dibe, bûn sedem ku bi milyonan mirovên bi salan e di bin zextan de ne derbikevin derve û li kolanan dest bi çalakiyan bikin.
Êrîşên hêzên ewlekariyê bû sedem ku daxwaz tenê bi mijara aborî re bi sînor nemînin û veguherî dijberiya rejîmê. Îro çalakiyên ku ji zanîngehan heta herêmên Kurdan berfireh dibin, li Îranê piştî ketina Şah a piştî şoreşa 1979’an ve heta niha yên herî berfireh in. Ji Tora Piştevaniya Koçberan Yildiz Onen, balê kişand ku pêvajoya li Îranê tenê tevgereke li “dijî rejîmê” nîn e divê weke hêrsa civakî ya ku hem ji ber zexta hundir hem jî mudaxeleya derve mezin bûye were dîtin.
Li Îranê mirov çima li kolanan in?
Yildiz Onen, behsa awayê destpêkirina çalakiyan û sedema berfirehbûna wan kir û wiha domand: “Protesto dema ku cara pêşî di 28’ê Kanûnê de dest pê kirin, ji ber krîza aborî piştî demek dirêj, cara yekem dikandarên çîna navîn ku piştgirên rejîma molayan bû, li sûka girtî derketin kolanan. Di sala 2001’ê de çalakiya dikandaran çêbûbû. Di nava çend rojan de, piştî ku li Îranê pereyê Îranê li dijî dolar pir bê nirx bû, êdî dikandarên Îranê jî bazirgan jî yên piştgiriyê didan rejîma molayan jî gotin ‘êdî bes e! Em di van mercên aborî de nikarin bazirganiyê bikin’ û dest bi çalakiyan kirin. Daxwazên destpêkê aborî bûn.”
Yildiz Onen bi gotinên; “Li Îranê mûçe hema bibêje 100 dolar e. Sînorê birçîbûnê 200 dolar e” wiha domand: “Yanî hûn dixebitin, hewl didin, dawiya mehê pere dibin mala xwe. Bi wî pereyî ne pêkan e hûn têr bibin jixwe. Ev rewş hemû beşên civakê bi bandor dike. Hemû beş, hemû eyelet, hemû kesên ku destekê didan rejîma molayan jî niha problema wan debara jiyanê ye. Ji ber vê çalakiyan dest pê kir û bi awayekî pir zû belav bû.”
‘Gule berdan û ev yek bû serhildana li dijî rejîmê’
Yildiz Onen diyar kir ku sedema daxwazên aborî veguherîna serhildaneke siyasî, êrîşên çekdarî yên rejîma molayan bû, gotinên xwe wiha domand: “Li Îranê kuştina mirovan, bi guleberdana hêzên rejîmê dest pê kir û dûre bi awayekî pir zû veguherî dijberiya rejîmê. Dirûşmên; “Ji dîktator re mirin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Em bi hev re ne bi hêz in, natirsin” li zanînehan belav bû. Li herêmên Kurdan jî belav bû. Li Loristanê jî belav bû. Li her derê xwepêşandinên ku bi sedhezaran mirov tevlî bûn çêbûn. Bi daxwazên aborî dest pê kirin lê niha guherîna rejîmê tê xwestin.”
‘Sedemeke din a zoriya aborî jî dorpêça Emerîkayê ye’
Di van çend rojan de DYE’yê gelek caran got “ger hûn kesên portesto dikin bikujin em ê mudaxele bikin.” Yildiz Onen, got ku rewşa xirab a li nava Îranê tenê ji hundir nîn e, bandora polîtîkaya dorpêçê ya DYE’yê zêdetir e û wiha berdewam kir: “Li vê derê mirov heta dawî rejîma Îranê rexne bike lê divê mirov li vê derê Emerîkayê jî rexne bike. Ji rûyê dorpêça Emerîkayê ve, aboriya Îranê ewqas xirab bû. Berê jî gelek caran saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên Îranê vê yekê rexne kirin lewre hûn bi dorpêçê Hamaney qels nakin, rejîma mola qels nakin. Hûn mirovên Ii wê derê dijîn ji birçîna dikujin.”
‘Kiryarên vê zextê rejîma molayan û DYE ne’
Yildiz Onen bi bîr xist ku serokê DYE’yê Donald Trump herî dawî gotiye ku ew ê ji welatên ku bi Îranê re bazirganiyê dikin ji sedî 25 baca zêde were girtin û gotinên xwe wiha domand: “Yanî dibêjin ku yên xwarinê bifroşên Îranê dê heman dorpêç li ser wan were danîn. Dixwazim balê bikşînim ku du aktorên komkujiyên li Îranê û rejîma zextê ya li Îranê hene. Ne tenê rejîma molayan a li Îranê, di heman demê de ên destekê didin Emerîkayê û dorpêçêk pêk tînin jî li wir mafên mirovan naparêzin. Mirovên li wê derê ji birçîna dikujin. Di nivîsa ku dema Îsraîlê Îranê bombe dikir min nivîsandibû de min gotibû;
“Bi bombeyan ne demokrasî tê ne jî rejîm diguhere.” DYE bi hemû gotinên xwe, destekê nade berxwedana li Îranê, dijberî wê zirarê dide. Rejîma molayan tam jî hem gotinên DYE’yê hem jî yên Îsraîlê bi kar tîne, dibêje ku yên rabûne serhildanê û li ber xwe didin bi îstîxbaratên derve re dixebitin, ji ber ku bi wan îstîxbaratan re dixebitin, sîxurên hêzên derve ne û darvekirina wan meşrû dike.”
Banga guhertina alê
Bi belavbûna protestoyan aliyên ku xwestin Şah paşve vegere derketin hole. Rojava jî desteka xwe ya ji bo kurê Şah ê ku ket, Riza Pehlewî nîşan dide. Çapemeniya DYE’yê, îda kir ku Donald Trump bi Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn Steve Wîtkoff re hefteya derbasbûyî bi kure Şah Muhemmed Riza Pehlewî yê mezin Riza Pehlewî yê li surgunê re bi dizî hevdîtin kiriye. Pehlewî jî bi peyameke bi vîdyo, bang kir ku alên li avahiyên seferatxaneyên mezin ên li Îranê li ba dibin, bi yên beriya beriya şoreşê dihatin bikaranîn re werin guhertin û gotinên; “Li cihê sancaxa Komara Îslamê ya mirov jê şerm dike, dem hatiye ku her der bi ala neteweyî ya Îranê bixemile."
‘Îran xwedî potansiyeleke wisa ye ku dikare lîderên nû ji nava xwe hilbijêre’
Yildiz Onen bi bîr xist ku di sala 1979’an de ji bo xistina Şah bi milyonan mirov derketine kolanan û got: “Jixwe rejîma molayan a ku ji bo ji Şah rizgar bibe bi dehan salan têkoşiya ava bûye heye. Ji ber wê neteweyek ku ji bo ji Şah rizgar bibe ewqas sal têkoşiyaye, li gorî min îhtîmala ku careke din di bin rejîma Şah de bijî nemaye. Divê mirov gotina; ‘Di deryayek de du car avjenî nabe’ careke din bi bîr bixe. Pêdivî bi fîgureke wiha tune ye. Îran xwedî wê potansiyelê ku dikare ji nava xwe lîderek din derxe û hilbijêre. Heta îro gelek caran bi derketina kolanan ev yek jixwe hatiye îsbatkirin. Divê mirov, têkoşîna mezin a ku rejîma Şah xist, xwepêşandanên mezin, partiyên komunîst, rêxistinên jinan ji bîr neke. Hê jî hene. Gelek partiyên siyasî hene. Îran welatek bê partî yan jî bê rêberek siyasî nîn e. Jixwe kesên ku xwepêşandanan bi rêxistin dikin hene, partiyên siyasî û lêderên siyasî yên ji vê yekê re pêşengî dikin hene.”
Çi qewimîbû?
Li Îranê 28’ê Kanûna 2025’an, xwepêşandanên girseyî yên ji paytext Tehranê dest pê kirin, di demek kurt de li tevahiya welat belav bûn û hê jê didomin hene. Çalakiyên ku li gelek bajaran bi berteka li dijî krîza aborî ya ku her diçe kûrtir dibe dest pê kirin; her çûn mezintir bûn. Çalakî di demek kurt de li zanîngehan belav bûn, bi beşdariya gelek xwendekaran mezin bûn. Xwepêşanderan li dijî lîderê olî Alî Hamaney dirûşmên li dijî hikumetê “Ji dîktator re mirin” avêtin.
4’ê Çileya 2026’an serokê DYE’yê Donald Trump, got ku ger çalakger werin kuştin dê bi awayekî pir tund li rayedarên Îranê bidin.
6’ê Çileyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI) Komala, Yekîtiya Kedkarên Şoreşger, Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê, Rêxistina Khabat, Partiya Azadiyan a Kurdistanê (PAK) û Partî Jiyanî Azad a Kurdistan (PJAK) jî di nav de gelek komên siyasî, daxuyaniyek hevpar weşandin, diyar kirin ku ew destekê didin çalakiyên portestoyî û bang li Kurdên li Îranê kirin ku grev û xwepêşandanan li dar bixin. 8’ê Çileyê protesto, piştî demjimêr 20.00 ku Riza Pehlewî ji bo xwepêşanderan diyar kiribû, çalakî dijwar bûn. Beriya zexta ku zêde bibe, li gelek bajaran yek ji pêkanînên ku gelek caran tê kirin, xetên telefonê û înternetê hatin birîn. Li Îranê hê jî internet tune ye. Ji ber ku pirsgirêka ragihandinê heye, hejmara rastîn a kesên ku di çalakiyan de hatine kuştin nayê zanîn. Helwesta rejîmê ya di vê mijarê de polîtîkayek bi zanîn û ji bo veşartina rastiyan e.
