Li Îranê şer û pevçûn şîdeta nav malê zêdetir kir
Di dema şerê Îran-Îsraîlê de, li Îranq di nav malan de tundiyek bêdeng û bêrehm dihat jiyîn. Li gor vegotinan di çend rojên êrîşan ku tu ewlehî li derve nemabû de, di nava malan de jî pergala bavsalar tundiya xwe zêdetir kir.

VIYAN MEHRPERWER
Mahabad – Lêkolînên ku ji aliyê rêxistinên wek Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Şaxa Jinan a NY'ê ve hatin kirin, nîşan didin ku di rewşên qeyrana leşkerî û şer de tundiya di nava malê de du qat zêdetir dike. Lêkolînên piştî qeyranên ewlehiyê yên di civakên wek Iraq, Sûriye, Filistîn û Rojavayî de hatin kirin, piştrast dikin ku ji sedî 25 heta 55’ê jinan di dema şer de yan jî piştî şer rastî tundiya di nava malê de tên. Ji tundiya fîzîkî bigre heta kontrola aborî û sînorkirinên civakî yên giran.
Lêkolîna ku li Lubnanê hatiye kirin, nîşan dide ku xeteriya tundiya derûnî û aborî ya li dijî jinan li deverên şer pêk tên, sê qat ji deverên bê şer zêdetir e. Şerê ku li Îranê bi bombebarana Îsraîlê ya li dijî Îranê dest pê kir û bi agirbesteke demkî bi dawî bû, mîna gelek bûyerên li cîhanê, tundiya nava malê ya li dijî jinan zêde kir.
Ji raporên nefermî heta veşartina bi sedan navan
Daneyên fermî yên têkildarî tundiya nava male, nayên raporkirin. Di kaosa şer de, gelek bûyer û tundî nehatiye ragihandin an jî hatiye veşartin. Lê di 22’yê Hezîranê de mamoste Mahbouba Delavarî ya 42 salî ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Piştî agirbestê nav û taybetmendiyên wê derketin holê. Ji ber ku ev tundî piştî şer pir zêde bû, li Îranê bûyerên kuştina jinan û êrîşên bi asîd jî derketin holê. Li Urmiye, Kirmaşan, Nîşabur, Îlam û Pîranşarê piştî agirbestê gelek bûyerên kuştina jinan, hatin tomarkirin û li gorî daneyên cuda jin neçarî xwekuştinê hatin kirin.
Bêdengî tirs û tecrîd
Piraniya tundiya aborî, fîzîkî, devkî û her wekî din, di tebeqeyên herî veşartî de mane. Mîna Laleh dibêje, "Hevjînê min ji ber ku çend roj in bêkar e, ji hesabê min pereyê min kişand. Mafê min ê li dijî derketinê tunebû.”
Li welatekî ku bi qanûn û çandê dijminahî bi jinan re tê kirin, bi destpêkirina şer re gelek xetên sêwirdariyê hatin girtin û saziyên piştgirî didin jinên mexdûrên tundiyê hatin girtin û sînordakirin. Tevî ku zirara herî mezin Tehranê dît jî di gelek bajaran de bi taybetî piştî qutbûnên înternetê jin mehkûmî bêdengî û tecrîdê hatin kirin. Shîma Q, wiha dibêje: “Malbata min li başûr dijî û nikarim xwe bighînim wan. Di vê pêvajoyê de nakokî di navbera min û hevjînê de çêbûn, her dem gefê li min dixwar digot ez ê te ji şaneşînê de bavêjim. Wê demê tu kesê min tunebû, ji ber ku berê jî heman tiştî dikir, gelek tirsiyam.”
Evîn S. jî wiha dibêje: “Birayê hevjînê min ji nakokiyên malbatî min berpirsyar dît û piştî ku tundî kir ez jî vegeriyam ba malbata xwe. Lê ji ber şerê li Tebrîzê nikaribûm lê gilî bikim.”
Atena S. ya 22 salî ya ji Tehranê jî wiha got: “Min nikaribû êdî atmosfera li malê rakim û di wan şert û mercan de ji bo min riya reva ji malê bû. Lê di 12 rojên ku ez neçarî tehemula bavê xwe û destdirêjiya wî mam de, ji bilî mirinê tu daxwaza min tunebû.”
Ji sedemên zêdebûna tundiyê heta pêdiviya yekîtiya jinan
Dema çanda baviksalar mêran serwer dike, desthilatdariya hegemonîk jî bi armancên baviksalar bihêz dibe. Li gorî teoriyên derûnî yên civakî, dema ku mêr li derveyî malê kontrola xwe winda dikin, hewl didin di nava malê de kontrolê bi dest bixin û windakirina hêzê telafî bikin. Zêdebûna fikar, bêaramiya kar, xirabûna stresê ya piştî travmayê (PTSD) û qeyrana mêraniyê ya di dema şer de û têgihîştina pirsgirêk veşartî dimînin, bandor li ser zêdebûna tundiya nava malê dike.
‘Em jin parêzvanên aştiyê ne’
Piştî şer, girtina bi sedan kesan a bi sûcdariya sîxurî û hevkariya bi Îsraîlê re û hawirdora ewlehiyê, jinan zêdetir bêdeng kir. Tunebûna qanûnek bi bandor a li dijî tundiya nava malê, tunebûna qadên bi ewle û çanda baviksalar, jinên mexdûrên tundiyê xist rewşeke dijwartir. Di van şert û mercan de, tundiya dewletê jî li ser tundiyên din zêdetir bû. Aktîvîsta Mafên Mirovan a li Bukanê Kejal Sh. wiha dibêje: “Divê jin bikevin pêşiya şerên bi vî rengî û berî her tiştî têbighîjin ku şoreşeke ronakbîrî, ji xwe dest pê dike. Divê bizanibin ku pêdiviya me bi şoreşeke rê li yekîtiya jinan a cîhanê veke heye. Em jin parêzvanên aştiyê ne û şer di hemû aliyên wî de peşî li dijî jinan û jiyanê dibînin.”