Li Îranê şer mezin dibe: Divê şerên dewletên dagirker bi dawî bibe
Jinên Bakurê Kurdistanê, diyar kirin ku şerên bedena jinan weke xenîmet dibînin şermezar dikin, bal kişandin ser binpêkirinên di riyên koçberiyê de û gotin ku ew naxwazin her carê li cihekî şer derbikeve.
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan – Li hemû erdnîgariyên ku şer li wan heye, jin her dem rastî destdirêjiyê tên û li dijî wan hemû awayên şîdetê tên kirin. Her çendî şer bi dawî bibin jî şop û bandorên neyînî yên şer bi salan li ser jinan dimîne. Ji ber vê yekê her dem li dijî şer di eniya aştiyê de cihê xwe digrin.
Şerên ku navenda wan Rojhilata Navîn e, her carê li cihekî destpê dikinin her diçe bandora wan zêdetir dibe. Ji ber şer gelê ku ji cih û warê xwe koçber bûye, hem di riyên koçberiyê de hem jî li welatên ku diçin neçar dimînin hewldaneke mezin bidin.
Sivîl hatin hedefgirtin
Êrîşên DYE û Îsraîl û Îranê, yên li hemberî hev ketin roja 12’an. Heyva Sor a Îranê da xuyakirin ku heta îro di êrîşan de DYE û Îsraîlê ji 6 hezarî zêdetir cîhwarên sivîl hedef girtine. Nûnerê Daîmî yê Îranê jî diyar kir ku di şer de 300 jê zarok, hezar û 332 sivîl hatin kuştin.
Serokê DYE’yê Donald Trump, diyar kir ku ew bi serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu re biryar bidin ka dê şer kengî bi dawî bibe û ji Îranê xwest bi şert û merc teslîm bibe. Serokomarê Îranê Pezeşkiyan jî vê daxwazê red kir, got ku ew ji şerekî dirêj re amade ne.
Li Rojhilata Navîn, şer dibe sedema mirina sivîlan û koçberiyê. Li dijî şerên ku çêdibin jinan peyama “Em şer naxwazin” dan.
‘Di şeran de jin û zarok dibin hedef’
Endama Meclîsa Şaredariya Riya Armûşê ya Wanê Oznur Evîn bal kişand ku jin şer naxwazin û got: “Şerên ku li Îranê û welatên din çêdibin herî zêde zirarê didin jin û zarokan. Li Îranê di bomberana li ser dibistanek de bi dehan zarokên keç hatin kuştin. Di şeran de mirov ji warê xwe dibin û neçarî koçberiyê dimînin. Di riyên koçberiyê de gelek jin dimirin û li welatên ku diçin rastî tacîz û tecawizê tên.”
Oznur Evîn diyar kir ku dewlet ji bo jinên koçber polîtîkayên baş nameşîne û wiha domand: “Divê dewlet ji bo jinan polîtîkayên berfireh bi pêş bixe. Di her şerî de koçberiyek nû destpê dike. Ên dikevin riyên koçberiyê zêdetir jin û zarok in. Kesên ku di şer de nayên kuştin, an di riyên koçberiyê de yan jî li surgunê dimirin. Di hedefa şeran de jin û zarok hene. Ên ku şer dimeşînin nabin hedef, jin û zarok tên kuştin.”
‘Em dixwazin şerên li Rojhilata Navîn bi dawî bibin’
Hevşaredara Artemêtê Rabia Başak Koç jî wiha got: “Jin ji mala xwe û warê xwe tên dûrxistin. Li cihê şeran divê li Rojhilata Navîn aştî çêbibe. Di hefteya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, hêvî û daxwaza min ew e ku jin bikaribin li malên xwe û welatê xwe bi aramî û aştî bijîn. Di her mercî de em ê bi jinan re mil bi mil bin.”
‘Navbeynkarên aştiyê jin in’
Hevseroka Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) Arîfe Arslan got ku her şer berdewamiya şerê beriya xwe ye û wiha got: “Ên ku zêde ji şeran zirarê dibînin jî jin in. Li cihekî dema şer destpê dike, zêdetir jin zirarê dibînin bi bandor dibin lê yên ku ji bo aştiyê navbeynkariyê dikin jî jin in. Şer li ser bedena jinan, maf û zarokên wan tên meşandin. Li Rojhilata Navîn koçberî, talan û komkujî çêdibin. Bi destên dewletên emperyalîst şer tên derxistin. Jin tu carî şer naxwazin lê yên dibin hedef ew in.”
‘Em dengê xwe ji bo aştiyê bilind bikin’
Arîfe Arslan bal kişand ku di 27’ê Sibata 2025’an de banga Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin, ji bo gelên Rojhilata Navîn banga aştî û jiyana demokratîk e û wiha domand: “Banga ku hat kirin, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû Rojhilata Navîn bû. Ger li gorî bangê tevger çêbibe û gav werin avêtin dê Rojhilata Navîn bi temamî bibe warê aştî û aramiyê. Divê gelê Kurd banga Rêbertiya xwe esas bigre û belav bike. Şer ne tenê mirovan, hemû tiştên zindî dikuje. Em ji bo gelên Rojhilata Navîn aştî, aramî û azadiyê dixwazin. Divê welatên cîhanê li ser bingeheke esasî bibin yek. Divê em dengê ji bo aştî û azadiyê bilind bikin.”
‘Pêdiviya herî bingehîn ji bo jin û zarokan aştî ye’
Endama Meclîsa Şaredariya Şaxê Edîbe Babur jî bal kişand ku şer bi feraseta mêr û ji aliyê dewletên dagirker ve tên derxistin û got: “Em vî şerê qirêj napejirînin.”
Edîbe Babur, wiha domand: “Divê jin û zarok bi azadî bijîn. Pêvajoya aştiyê ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê pir girîng e. Divê her kes ji bo aştiyê bixebite. Pêdiviya bingehîn a jin û zarokan aştî ye.”