Li Îranê qonaxek krîtîk: Piştî Xamaney têkoşîna hêzê kûr dibe

Piştî êrîşên DYE û Îsraîlê yên li hember Îranê, kuştina rayedarên asta jor ên rejîmê, hevsengiya siyasî hejand. Civaknas Sosen Raxş diyar kir ku tabloya ku piştî Xamaneyî derbikeve, ji bo desthilatê derzê mezin dike.

ŞEHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Piştî êrîşên ku DYE û Îsraîlê li dijî Îranê daye destpêkirin, mirina rayedarên asta herî jor ên welat, li Tahranê deriyê pêvajoyek ku hevsengiya siyasî ji kokê biheje vekir. Di vê dema ku guherîna rejîmê bi awayek vekirî tê ziman de, pergala hundirîn a siyasî ya Îranê, derzên di bloka desthilatê de û hêza alternetîf, ji nûve li navenda rojevê cih girt. Pisporan diyar kirin ku mudaxeleya têkoşîna hêzê hem di hundir û hem jî derve de, wê welat ber bi qonaxek krîtîk û ne diyar ve bibe.

Derket holê ku Xamaneyî ne di nava ewlehiyê de bû’

Civaknas Sosen Raxş bersiva pirsên me da û geşedanên dawî ji ajansa me re nirxand. Sosen Raxş têkildarî pirsa piştî Xamaneyî û pergala girêdayî wê, ewê pêşeroja siyasî ya Îranê çawa şekil bigre? ev bersîv da: “Di makaleyek ku di Washington Post hatiye weşandin de, hate diyarkirin ku ev demeke hemû tevgerên Xamaneyî tê şopandin. Bi caran hatibû eşkerekirin ku Îsraîl ketiye nava astên herî jor û tora îstixbaratê heye. Ev rewş bi taybetî di nava welat de nîşan dide ku ewlehiya Rêberekê ne saxlem e. Hate îdîakirina ku di nava Muhafizên Şoreşê de komek girîng ku bi Îsraîlê re hevkarî dikir hebû û wek bersîva ji bo Trump, hinek beşan nexwestin li ser navê rejîma Îranê şer bikin. Xamaneyî ne di ewlehiyê de bû, ger were fikirîn berê hatiye veşartin, li cihê xwe yê lîdertiyê bû û ew cih hate hedefgirtin. Di êrîşê de hevjîna Xamaneyê û xezûrê wî jî jiyana xwe ji dest dan, lê belê windahiyên canî bi giştî nehatiye diyarkirin. Cihê lîdertiyê di asten mezin de hilweşiyaye. Di êrîşê de cihê civîna fermandarên Muhafizên Şoreşê û Artêşê hate hedefgirtin, dihat texmînkirina ku Muhammed Bekir Kalibaf û Elî Laricani di civînê de bin, lê belê hê nayê zanîn ku birîndar bûne an na.”  

‘Nîşaneya lawaziya di desthilatê de’

Sosen Raxş da zanîn ku piştî mirina Xamaneyî, Muhammed Bekir Kalibaf gefa ku ‘Ji bo me dinya bi dawî bû, ji bo kesên din jî emê dinyayê bi dawî bikin’ xwar û got: “Ev gef wê di şertên heyî de çiqas bi bandor be tê nîqaşkirin. Cûdabûna fikir a di nava rejîma Komarê de kûr e, Xamaneyî ev cûdabûna dikarî li gel hev bihêle û kontrol bike, lê belê êdî hevsengî guheriye. Mînak cihnegirtina Kalibaf di konseya rêveberiya sêalî de balkêş e. Li cihê wê hilbijartina zilamek olî, nîşaneya hejandin û lawaziya di pergala desthilatê de ye.”

‘Cûdabûna fikir gelek berfireh e’

Sosen Raxş têkildarî pirsa di rewşa heyî de ev gef çiqas cidî û bi bandor e û wê bandorek çawa li rewşa siyasî û civakî bike? wiha got:
“Cûdabûna fikir a di nava rejîma Komara Îslamê de, gelek berfireh e û Xamîneyê heta niha bisercxistbû ku wan li gel hev bigrin. Lê belê niha rewş guherî. Mînak li bendê bû ku sê çeng li ba hev bin, Muhammed Bakir Kalibaf di konseya lîderê sê de cih nagre. Ev rewş bi serê xwe nîşaneya pirsê ye. Li cihê Kalibaf hilbijartina zilamê olî lawaziya pergala niha ya hêzê û ne aramiyê nîşan dide. Îran xwedî hêza fuze ya girîng e, lê belê di qada hewa û deryayê de lawaz e û di nava van şertan de serkeftinek girîng bi dest naxe, ji xwe ne serkeftî nê, cihê wê şikestî ye. Di heman demê de Trump bang li gel kir ku dakevin qadan û guherînan bikin. Ev jî îşareta zexta hundir û derveya ya li dijî rejîmê ye.”

‘Konseya nû ne wek li bendê bûn’

Sosen Raxş bal kişand ser navên di konseya dawî de hatin hilbijartin û ev agahî dan: “Piştî mirina Xamaneyî, gotinên derbarê kesên ku di fikrê wî de ne werin ser desthilatê hebû. Ger Xamaneyî bijî, dibe ku cihê wê bigire, dibe li pişt perdê rol bilîze. Cih negirtina Kalibaf di komê de, cihê lêpirsînê ye. Li aliyê din Arafî figurek tundrew e û tê fikirîn ku ev tundrewî ji bo domandina vê xetê hewldanek be. Li beramberî vê, reformên ku daxwaza guherîn û darbeyê dikin di nava zextê de ne û ne îhtimala hatina ser desthilatiyê ye. Ji bo domandina polîtîkayên Xamineyî du kesên din hene û emê di rojên pêş de bibînin wê performansek çawa nîşan bidin.”

‘Kaos, dibe ku rê li ber hilweşîna welatek û xisarên cidî bibînin veke’

Sosen Raxş têkildarî mudaxeleya DYE’ê jî bi bîr xist ku ceribandinên li Îraq, Lîbya û Efganistanê jiyane hene û wiha domand: “Her çend pergalên hundirîn û erdnîgarî cûda bin jî, xalek hevpar heye. Kaos, dibe ku rê li ber hilweşîna welatek û xisarên cidî bibînin veke. Me dît li Iraqê piştî ketina Saddam rewş sererast nebûye, heta hê tevlîhevtir bûye. Lê belê di nava havalên me yên di girtîgehan de, em dizanin alîgirên qralyetê, heta reformvanên radîkal, komên cûda bawer kirine ku rejîmê bixînin û hebûna xwe bi fermî îlan kirine. Ev rewşek erênî ye û destekkirinê heq dike. Hêzên derveyî welat rasterast desthilatê nagirin dest.”

‘Ne pêkan e ku rejîm hêzê qezenc bike’

Sosen Raxş îşaret bi tiştên li Rojhilat û Belucistanê hatî jiyîn kir û ev tişt gotin: “Duh komarparêzên di nava welat de, hebûna konseya Stratejîk ragihandin. Ragihandin ku armanca wan avakirina hikûmetek ne navendî ye û ev jî li Îranê dê bibe destpêka federalîzmê. Ger ev plan bikeve meriyetê, ev kom dê bibin xwedî hêza pêwîst û endamên wan wê ji pêkahteyên cûda Tirk, Kurd, Fars û hwd bin û li girtîgehan Evînê ne. Bi hev re civîn li dar xistin û gihîştin lihevkirinek hevper, hem di nava girtîgehê de hem jî derve, nasnameya xwe eşkere kirin û desteka gerdûnî jî girtin. Wek berdevk hilbijartina jinekê, balkêş e. Nasnameya wê hê nayê zanîn. Di vê navberê de Komara Îslamê di rewşek gelek zor de ye. Hêzên lîderan bi awayek cidî lewaz bû û bi taybetî piştî mirina Xamaneyî, di nava Muhafizên Şoreşê de perçebûnên berbiçav hene. Êrîşên ku li herêmê didomin, pêkan xuya nake ku rejîm ji nû ve hêza xwe ya berê qezenc bike.”