Li Îranê qeyrana avê kûrtir dibe: Barê herî mezin li ser milên jinan e

Tevî zêdebûna baranê û başbûna qismî ya rezervên bendavan a li Îranê ya di sala avê ya 2026’an de jî, pispor hişyarî didin ku qeyrana avê berdewam dike. Pirsgirêkên wekî kêmbûna ava vexwarinê, koçberî û bêewlehiya xurekê herî zêde bandorê li jinan dike.

Navenda Nûçeyan – Tevî şiliyên zêde yên di sala avê ya 2026’an de, beşek rezervên avê yên di bendavên Îranê de ji nû hatin tijîkirin jî, li gorî pisporan ev başbûn nayê wateya bidawîbûna qeyrana avê. Îran hê jî di nav welatên ku "stresa avê ya pir zêde" dijîn de cih digre.

Li gorî Enstîtuya Çavkaniyên Cîhanê (WRI), Îran her sal ji sedî 80 zêdetirê çavkaniyên xwe yên avê yên nûjenkirî xerc dike. Berdewamiya vê rewşê gefek cidî li ser ewlehiya avê ya welat çêdike.

Tehran, Qom, Meşhed û Arak dê bi kêmbûna avê re rûbirû bimînin

Li gorî daneyên Rêxistina Meteorolojiyê û Wezareta Enerjiyê, ji 7’ê Hezîrana 2026’an û vir ve, barana li welat li gorî sala borî zêde bûye û asta avê ya di bendavan de gihîştiye nêzî 35 milyar metrekupan. Tevî vê yekê jî rayedarên sektora avê, dibêjin ku beşek girîng a baranê li şûna bighîje rezervuarên bendavan, çavkaniyên ava binê erdê têr dike û lewma bajarên wekî Tehran, Qom, Meşhed û Arak dê bi kêmbûna avê re rûbirû bimînin. Berdevkê Pîşesaziya Av û Avê Bermahî, ji bo pêşîgirtina li kêmbûna avê ya di mehên havînê de û belavkirina avê ya bi karneyê, ji welatiyan xwest ku xerckirina avê ji sedî 15 heta 20 kêm bikin. Lê belê, tenê nêzî ji sedî 7’ê ava ku li welat tê xerckirin di malan de tê bikaranîn û zêdetirê ji sedî 90’î çavkaniyên avê jî di sektora çandiniyê de tên bikaranîn.

Li gorî pisporan, bêyî reformên avahîsaziyê ya di rêveberiya avê de, tenê balkişandina ser parastina avê ya di malan de, ji bo çareserkirina qeyranê têr nake. Pergalên avdanê yên kevnar, zêde bikaranîna ava binê erdê, çandiniya ku av lê zêde dike û polîtîkayên bendavên berê wekî sedemên sereke yên kûrkirina kêmbûna avê ya li Îranê tên destnîşankirin. Raporên navneteweyî, eşkere dikin ku Îranê di salên dawî de beşek girîng a çavkaniyên xwe yên binê erdê winda kiriye. Bi taybetî li Tehranê li gelek herêman ji ber kişandina zêde ya avê, hilweşîna zeviyan tê jiyîn û zuwabûna çavkaniyên avê koçberiya gundewaran bilez kir, hilberîna çandiniyê kêm kir û bêewlehiya xurekê zêdetir kir.

‘Qeyrana avê bi awayekî nehevseng bandorê li jinan dike

Pispor, dibêjin ku qeyrana avê bi awayekî nehevseng bandorê li jinan dike. Jinên ku berpirsyariya mezintir ji bo dabînkirina avê, lênêrîna malbatê û birêvebirina pêdiviyên rojane digirin ser xwe, di heman demê de derfetên kar û dahata xwe jî kêm dikin. Li aliyê din, qirêjiya avê gefek mezin diafirîne. Qirêjiya çeman û tevlihevkirina ava qirêj a bi çavkaniyên avê re, tenduristiya bi milyonan kesan dixe xetereyê. Pisporên jîngehê, tekez dikin ku heta barana ji navînî bilindtir a çend salan bidomîn jî wê têra telafîkirina xerckirina zêde ya çavkaniyên avê ya dehan salan neke. Li gorî pisporan, derbaskirina vê krîzê li şûna ku tenê xwe bispêrin barana demsalî an parastina ava malê, hewceyî reformkirina polîtîkayên rêveberiya avê, modernîzekirina binesaziya çandiniyê û parastina çavkaniyên ava binê erdê ye.