‘Li Îranê qetilkirina jinan bêceza dimîne’

Heyeta Lêkolîna Rastiyan a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di rapora xwe de, ragihand ku kiryarên bûyerên bi navê "cînayetên namûs” û “cînayetên jinan” tên binavkirin, li welat ji darizandin û cezakirinê bêpar in.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê, cînayetên jinan û qetlîamên bi binceta namûsê tên pêkanîn, di nava binpêkirinên mafên mirovan ên giran ku bi "bêcezatiya dadwerî ya tevahî" tên pêkanîn de, cihdigre. Li gorî rapora Heyeta Lêkolîna Rastiyan a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ya di 31’ê Cotmeha 2025’an de hate weşandin, di navbera meha Adar û Îlona 2025’an de herî kêm 60 cînayetên namûsê hatine tomar kirin û her sal bi navînî 450 cînayetên li ser bingeha zayendî tên jiyîn. Ev hejmar, nêzî ji sedî 20’ê hemû cînayetên tomarbûyîya  li Îranê pêktîne.

Di raporê de hate destnîşankirin ku gelek malbat van cînayetan vedişêrin û mirina mexdûrên jin mîna "xwekuştin" an jî "qeza" tên nîşan dan. Hate destnîşankirin ku cînayetên jinan bi taybetî li Kurdistanê û li herêmên xizan û gundewarî pir zêde ye, lêbelê li bajarên mîna Tehranê jî pir zêde tên jiyîn.

Seroka Heyetê Sara Huseyîn, wiha got: "Astengkirina edaletê ne bêalî ye. Bêcezatî êşa mexdûran zêde dike û berpirsiyariya dewletê qels dike."

Her wiha di raporê de hate destnîşankirin pergala hiqûqî ya Îranê ya li ser bingeha şerîetê, cezakirina kiryarên ku jinan qetil dikin, zehmet dike.

Parêzvanên mafên jinan, destnîşan dikin ku divê bi awayekî lezgîn "Qanûna Parastina Rûmeta Jinan û Piştgiriya Li Dijî Tundiyê” ya bi salane li Meclîsê tê rawestandin, bê êrê kirin. Tê diyar kirin ku pêşnûmeqanûn di nava salan de qels bûye û bandora xwe winda kiriye.