Li Îranê pêla binçav kirine

Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêla girtinê daye destpêkirin. Rêjima Îranê berbi hilweşandinê ve diçe lê di nava xwe de jî tundûtujiyê bi awayekê pir dijwar di domîne.

Navenda Nûçeyan – Îran ji 28’ê Sibatê ve di nava şerekê de ye, ev şer binesaziya welat dike hedef û têktibe. Çawa ku beriya şer tevahî pêkhateyên li Îranê jiyan dikirin li hember rejîma Îranê di nava têkoşîn û berxwedaniyê de bûn, ev têkoşîn di roja me ya îro de jî bê tirs didome. Her çiqasî tevahî civak li hemberê rejîmê di nava sehildanê de ye lê yên ku pêşengtiya vê serhildanan dikin jî jin û ciwanin. Lewra hêrî zêde jî êriş li ser wan tê meşandin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, Efsane Ruzbehanî dayîka Bêhnam Derwêşî bi keça xwe ya bi navê Bêhnûş Derwêşî dema ku li ser gora Bêhnam bûn, li Hemedanê bê fermana dadger ji aliyê hêzên ewlehiya rejîma Îranê ve hate binçavkirin û veguhestin Girtîgeha Nuşîcanî Melaîrê.

Hêjayî gotinê ye, ku hunermend û wênesaz Suheyle Huseynî bi hevjînê xwe Doxtor Ehmed Rehîmî re, îro li bajarê Meşhed ya Îranê bê fermana dadger ji aliyê hêzên wezareta Îttila’etê ve hatine binçavkirin û ew birin cihekî ne diyar.

Her wiha tê gotin ku rejîma Îranê li Mehabad, Tehran, Loristan û Meşhed pênc çalakvanên Kurd girtin û îşkence lê wan kirine.