Li Îranê metirsiya darvekirinê li ser girtiyên siyasî heye

Li Îranê li gel zêdebûna cezayên darvekirinê, bi taybet fikarên navneteweyî derbarê rewşa girtiyên siyasî yên jin de zêde dike. Mehbube Şabanî û jinên din, bêyî mafê darizandina edlane, rûbirûyî gefa darvekirinê ne.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê nûçeyên înfazên cezayên darvekirinê li pey hev tên, malbatên ku ji kes û karên xwe yên girtî xeber nagrin, li bendmayîna wan a bi fikar didome. Di rojên dawî de bi taybet îşaret bi rewşa girtiyên siyasî yên jin ku derbarê wan de cezayên darvekirinê hatin dayîn hate kirin, bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku di mijara sekinandina cezayên darvekirinê de bikevin nava tevgerê.   

Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, Mahbube Şabanî ya 30 salî, di nava kesên ku di xwepêşandanê meha Çileyê de hatin binçavkirin cih digre. Mahbuba Şabanî ku ji ber sûcên li dijî dewletê şer û alîkarîdayîna xwepêşanderên birîndar dihat sûcdarkirin û li qawîşa No 6 ya girtîgeha Vakilabad ya Meşhedê dihat girtin, metirisya înfazkirina cezayê darvekirinê li ser heye.

Mafê wê yê jiyanê tê binpêkirin

Her wiha Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şehnaz Tabarî rû birûyî metirsiya darvekirinên ne. Di mehên dawî de rêxistinên mafê mirovan, diyar dikin ku sûcên ku li jinan tên barkirin ji bo bi darvekirinan bi dawî bibin bi taybet di hilbijêrin. Parêzvanên mafan bal kişandin ser rewşa girtiyan diyar dikin ku darizandinên edlî nayên kirin û mafê wan yên jiyanê tine tên hesibandin.