Li Îranê jinek bi rêxistinkirina xwepêşandanan tê sûcdarkirin

Navenda Ragihandinê ya Dezgeha Dadweriya Îranê, ragihand ku li Tehranê jinek bi îdîaya hewildana rêxistinkirina çalakiyên nû hatiye binçavkirin. Nasnameya jinê û cihê binçavkirina wê nehatin parvekirin.

Navenda Nûçeyan- Navenda Ragihandinê ya Dezgeha Dadweriya Îranê ragihand ku jinek ji ber xwepêşandanên li Tehranê, hatiye binçavkirin. Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku vê jinê hewl daye xwepêşandanên nû birêxistin bike û dirûşmeyên xwepêşanderan beralî bike.

Li gorî nûçeyên di medyaya Îranê de jina hatiye binçavkirin, di hewldanên lidarxistina xwepêşandanan a li derveyî demên asayî û guhertina dirûşme û daxwazên xwepêşanderan de rol lîstiye. Dezgeha Dadweriyê, îdia kir vê jinê plan dikir ku li Tehranê xwepêşandanên berfirehtir pêk bîne û têkilî bi hinek kes û komên li derveyî welat re daniye.

Îdîa nehatin piştrastkirin

Her çiqas di nûçeyê de nav an jî nasnameya jina hatiye binçavkirin nehatibe eşkerekirin jî, behsa tomarên sûc ên ku tê îdiakirin aydê salên 2009, 2018 û 2019’an ne, hate parvekirin. Her wiha hate îdiakirin ku piştî bûyerên 18 û 19’ê Çileyê, ev jin ji sînorên bejahî yên Îranê derketiye, çûye Ermenistanê û piştre dîsa vegeriyaye welat.

Desthilata Dadweriyê, ragihand ku qeydekî deng ku tê îdiakirin aydê jinê ye, hatiye bidestxistin. Lê belê qeyda deng û delîlên ku dikarin van îdiayan piştrast bikin, bi raya giştî re nehat parvekirin.

Nasnameya jinê nehat parvekirin

Di daxuyaniyê de derbarê jin kengî û li ku derê hatiye binçavkirin, nasnameya wê, cihê tê ragirtin û sûcên fermî yên li dijî wê de tu agahî nehatin dayîn. Derbarê mafê wê yê gihîştina parêzer an jî derfeta wê ya têkiliyê bi malbata xwe re de jî tu agahî nehatin dayîn.