Li Îranê jin çi dixwazin?
Di şerê Îsraîl- Îranê de hedef çi ye? Di rojên dawî de vê pirsa ku her dem tê kirin, jin ji cihekî din beriya salan bersivê didin. Jin bi berxwedana xwe, gel bi rexistin dikin, bi awayekî zelal nîşan didin ku gel çi dixwazin.

SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Êrîşên ku Îsraîlê 13’ê Hezîranê’da li dijî Îranê dest pê kir, aloziya li herêmê zêdetir kir. Vê êrîşa ku bi nave ‘li dijî xetera nukleera Îranê’ hat destpêkirin, bi nîqaşên tên kirin xuya dibe ku hedefa sereke di rastiyê de rejîm e. Analîstên ku di weşanên zindî yên televîzyonan de li ser êrîşan şîrove dikin, diyar dikin ku armanca hemleyên Îsraîl û DYA’yê ew e ku Îranê ji her alî ve qels bikin û bingeha guherîna rejîma heyî çêbikin. Gelo pêvajo ber bi ku ve dice? Li Îranê çi dihat jiyîn? Çima rejîm weke sedema sereke ya êrîşan tê dîtin? Bi serhildanên ‘Jin, jiyan, azadî’ ji rejîmê re çi digotin?
Jinan xwe û civakê bi rêxistin kirin
Di sala 2022’yan de piştî ku Jîna Emînî bi hinceta li gorî quralan serê xwe negirtiye hat kuştin û çalakiyên piştî wê dest pê kirin, bûn sedem ku bala her kesê biçe ser Îranê. Çalakiyên ku jinan pêşengî kirin û hemû jinên cîhanê destek dan, bi carekê bûn dirûşm û sembola berxwedanê. Bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ jinan jinan li dijî zihniyeta netew dewletê û desthilatdariya mêr serî rakirin. Çalakiyên ku li Îranê ji bo jiyana azad dest pê kirin, ne tenê jinan ji aliyê mêran ve jî destek dîtin û li Îranê li dijî dewletê serî rakirin. Bi çalakiyên li kolanan diyar dibû ku êdî tu tişt dê weke berê nebe û ji sala 2023’yan ve merhele bi merhele xwe bi rêxistin kirin.
Hewl dan bi darvekirinê dengê mirovan bibirin
Li dijî tiştên qewimîn, helwesta dewleta Îranê weke dihat texmînkirin bû. Deweta ku tehemulî dengekî ji derveyê xwe nake, bi komkujî û girtina mirovan hewl da bandorê li ser pêvajoyê bike. Li dijî cezayên darvekirinê, bi dehan kampanya hatin destpêkirin. Hewl dan bi biryarên darvekirinê çalakiyên protestoyî bidin sekinandin. Li welat tenê di pênc mehêndestpêka sala 2025’an de 511 kes hatin darvekirin. Li Îranê welatiyên Kurd û Belûc bûn hedef, li gorî daneyan; rêjeya darvekirina jinan zêde bû. Ji ber dijberiya rejîmê, Şerîfe Muhemedî, Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Zeyneb Celaliyan a ku beriya çend salan hatibû girtin, cezayê darvekirinê li wan hat birîn lê ew li ser xeta azadiya jinan berxwedana xwe didomînin.
Jin bi salan e li dijî polîtîkayên dewletê li ber xwe didin
Jinan li Îranê,44 salan li dijî polîtîkayên dewletê yên dijminahiya jinan li ber xwe dan. Li Îranê ku hemû zagon goya xwe dispêrin şerîetê, jinan ‘mirinê’ girtin ber çavên xwe li dijî pêkanînên cudakar, têkoşîna azadiyê domandin. Tevgera ‘Jin jiyan azadî’ ya li Îranê bilind bû, cewherê xwe ji têkoşîna Kurdan a bi salan e didome girt. Jinên Îranê xwedî li paradîgmaya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat formulekirin derketin. Vê paradîgmaya ku motîvasyona sereke ya tevgera li Rojhilat tê domandin e, ji bo gelên cîhanê bû hêzeke mezin.
Pevçûnên li qadên cuda
Îro li hemû cîhanê li ser hedefgirtina rejîma Îranê tê axaftin, pirsa ‘li vê derê ji bo çi destên xwe didin bin kevir’ li benda bersivê ye. Di bersivên ku gelek hevkêşeyên wan hene de ne pêkan e mirov bigihîje enamcek tekez lê duh jî îro jî em dizanin ku sedema desteka hêzên rojava ya ji tevgerên bi pêş dikevin re, weke hewldana kontrolkirina welat tê nirxandin. Di vê xalê de jî gelek caran tê dîtin ku van hêzan li welat, navê kesên ku projeyên wan in derdixin hole. Li aliyê din hewldana xistina rojevê yê xebatên nukleer ên li Îranê didomin, alîgiriya Rûsya û Çînê nîşan dide ku di dîzayna li Rojhilata Navîn de dê qadên pevçûnên cuda hebin.
Li Îrana di bin êrîşan de, li ser çawaniya helwesta gelan axaftin hene lê dema mirov li ser gelê ku di salên dawî de bi serhildanan re eniya berxwedanê mezin kiriye bifikire; gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên; “Tevî hemû hewldanên navendparêz jî ji binî ve Îrana Federal çêdibe. Hêmanên şaristaniya demokratî k û hêmanên federalist (Azerî, Kurd, Ereb, Belûc, Tirkmen) dema werin ba hev dê projeya Konfederasyona Demokratîk a Îranê bibe xwe dî wate û bibe navenda ku balê bikşîne. Tevgera azadiya jinan û kevneşopiyên komînal jî dê di çarçoveya vê projeyê de xwedî rolên girîng bin” girîngiya xwe nîşan didin.
‘Dendika hêzên hegemonîk’
Abdullah Ocalan ê ku beriya salan vê pêvajoyê weke Şerê Cîhanê yê 3’yemîn pênase kiribû, van tesbîtan dike:
“Hê mirov nizane dê pêşî li şerên çiqas mezin vebe. Lubnana biçûk her dem di nava şer de ye. Sûriye her dem di bin rêveberiya hişk de ye û bi Îsraîlê re di nava şer de ye. Dewleta Iraqê jixwe ji dema avakirina xwe ve heta niha di nava serê hundir û derve de ye. Îran jî cuda nîn e. Mantiqa di avakirina netew dewletên li Rojhilata Navîn de, ne çareseriya pirsgirêkên civakî, zêdekirina pirsgirêkan e. Ev yek ji ber ku netew dewlet her dem weke rejîmên serê derve û navxweyî ne çêdibe. Sedam vê ya bingehîn ew e ku Îsraîl weke dendika hêzên hegemonîk hatiye avakirin. Heta ku Îsraîl weke dendika hegemonîk neyê zanîn, dê fam nebe ku hevsengî an jî bêhevsengiya netew dewletan a Rojhilata Navîn çawa hatiye xeyalkirin û avakirin.”
‘Şerê modernîteyê yê li Îranê’
Abdullah Ocalan bi gotinên; “Şer û pevçûnen li Rojhilata Navîn ne bi paradîgamaya rojavayî ya çînî û neteweyî ya şer, ne jî bi şerên dewlet û desthildarariyên îslama radîkal û îslama nerm dikare were binavkirin” balê dikşîne ku dê di ser Îranê de teşe bidin Rojhilata Navîn û wiha didomîne:
“Netewperestiya Şia ya heyî her çendî bi sextekarî dijberiya antî-Îsraîlî, antî-Amerîkanî û antî-Rojavayî bike jî; nikare demek dirêş pêşî li lêgerîna gelên Îranê ya modernîteya ku ji bo xwe guncaw dibînin bigre. Heta mirov dikare bibêje ku DYA û Îsraîl bibin yek jî dê nikaribin li dijî vê lêgerîna gel sekna xwe ya bi rûpoş bidomînin. Di çanda Îranê de lêgerîna rastiyê bi hêz e. Her wiha li Îranê jiyana komunal a dîrokî heye. Ji ber wê dibe ku em di demên li pêş de li Îranê bibin şahidên serê modernîteyê.”
Dîzayneke nû
Îro gelek alî balê dikşînin ku alternatîfa herî guncaw ji bo tevahî Rojhilata Navîn, Projeya Yekitiya Neteweya Demokratîk e. Ev yek ji bo Îsraîl û Yahûdiyan jî weke riyek tê pênasekirin. Bi kurtasî Îsraîl jî ji bo gelan li cihê ku bibe gef, dikare bibe hevkarek vê projeyê. Vê hevkariyê dê were wateya vebijêrkek ku hemû Rojhilata Navîn ji nû ve di lehiya gelan de dîzayn bike.
Kesê di hedefê de: Hamaney
Di nava vê tabloyê de bi taybetî li ser daxilbûna DYA’yê axaftin tên kirin. Li gorî gelek şîrovekaran; ev daxilbûn ‘senaryoyeke tirsandinê’ ye. Di gelek şîroveyan de tê gotin ku dê Îran helwesta xwe dijwartir bike, şer xirabtir bibe. Di van rojên ku senaryo her dice zêde dibin de, yek ji kesên ku bûye rojek lîderê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney e. Alî Hamaney di nava gelek navendên hêzên cuda yên li welat de cih digre û xwedî pozîsyona biryarên bêsînor e. Ferzkirinên Hamaney ên bi taybetî têkildarî jian û qedexe her dem ketin rojevê. Hamaney ê ku dixwest jin cilên girtî li xwe bikin û di vê mijarê de biryara binçavkirin, girtin, îşkence û gelek kiryaran dida, jinên xwe nedigirtin, bi gotinên sîxur, dijmin û kesên li welatê xwe îxanet binav dikir.
Hevkariya ku jinan ava kir
Êrîşên Îsraîl- Îranê weke pevçûnek hêzên kûrewî li pêşberî me ye lê ji bo gelan her dem riyeke din heye. Jinan bi têkoşîna xwe ya ku kêlî bi kêlî mezin kirin, bûn xwedî hêzek û vê têkoşînê yekitiya gelan ava kir. Têkoşîna ku jinan ji bo mafên xwe dan, li welat ji girtiyên siyasî bigre heta aboriyê, toreke hevkariyê ava kir. Li Îranê dê pêvajo çawa û bi çi awayî bi peş bikeve hê nayê zanîn lê daxwaza gelan pir zelal e. Hêza polîtîk a ku li Îranê bi serhildanên ‘Jin jiyan azadî teşe girt, ji bo pêşerojê agahiyên girîng dide.