Li Îranê ji xwendekaran banga giştî

Xwendekarên Tahran û bajarên din, daxuyaniya hemwext da û banga berdana hemû girtiyên siyasî û xwendekaran bê şert kir.

berdana demildest a xwendekar û girtiyên siyasî carek din anîn ziman.

 Xwendekaran diyar kir ku xwepêşandan dê ne sekinin û pergala perwerdê wek amûrek a kontrola tepisandina berxwedana giştî bi nav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku binçavkirin, ji bo bêdengkirina dengê muxalîf, perwede neçar a onlîne û serdegirtinên bi xwîn ‘pergala a zextê’ ye . Di daxuyaniyê de her wiha navê xwendekarên hatin binçavkirin yek bi yek hate ragihandin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû aktivîstan û rêxistinên mafê mirovan hate kirin ku ji bo kesên hatine binçavkirin zextê pêkbînin, di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku xwendekar gavê paş de na avêjin, wê destûr nedin binpêkirinên hatine kirin werin ji bîrkirin.

6 hezar û 984 kesan jiyana xwe ji dest dane

Li aliyê din HRANA diyar kir ku di xwepêşandanên dawî de 6 hezar û 984 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji vana 6 hezar û 490 xwepêşanderin. Her hate belgekirin ku di serdegirtinan de herî kêm 52 hezar û 623 kes hatine binçavkirin.