Li Îranê ji ber qirêjiya hewayê di salek de nêzî 59 hezar kes mirin

Li Îranê hewaya qirêj, di sala 2024’an de bû sedema 58 hezar û 975 kesan. Yek ji bajarên ku hewaya wî herî qirêj e Ehwaz e.

Navenda Nûçeyan – Alîkarê Mudurê Giştî yê Tendirustiya Gel a Wezareta Perwerde û Tendirustiyê, Alî Riza Reîsî, bi daxuyaniyek ragihand ku sala 2024’an de ji ber qirêjiya, 58 hezar û 975 kes ji ber marûzî partîkulên ji 2.5 mikronî biçûktir mane mirine.

Alî Riza Reîsî, diyar kir ku li bajarên mezin ên Îranê, rêjeya PM2.5 (madeyên zirav ên partîkul) ji sînorê ku Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê diyar kiriye pir zêdetir in û got ku Ahvaz bi 42 mîkrogram/metrekup re bajarê herî qirêj ê welat e û diyar kir ku piştî wê jî Îsfahan, Tehran û Erak hene.

Li gorî daneyên Wezareta Tendirustiyê, zirara madî ya ku ji ber mirina ji ber hewaya qirêj çêdibe ji 17 milyar dolarî derbas bûye.

Alî Riza Reîsî, da zanîn ku sala derbasbûyî li Tehran, Îsfahan, Kerec, Meşhed, Ahwaz, Tebrîz, Erak, Kirmaşan, Qum û Yezdê di 163 û 362 rojên salê de ji sînorê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê ku 15 mîkrogram/metrekup e, hewaya qirêj pir zêdetir bûye.

Bajarên herî qirêj û herî paqij

Cihê ku partîkul lê zêde bûye Esferayîn, Şahrud, Sine (Parka Dîdgah) û bajarê Reşdê di navbera 6 û 10 mîkrogram/metrekup de hat pîvandin. Van rêjeyan, di bin standarda neteweyî ya Îranê 12 µg/m³ de bû lê ji sînorê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê 5 µg/m³ zêdetir bû.

Li gorî vê;  Ramhormoz (54), Behbahan (52), Hendîcan (52), Ahvaz-Hafarî (47), Karçak (48), Bagherşehr (46) û 19 herêmên Tehranê û li bajarê Rey (45) rêje, ji sînorê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê di navbera 4 û 9 qat zêdetir bû.

Li eyaletên navendî yên Îranê salane zêdebûna PM2.5 di navbera 9 û 42 mîkrogram/metrekup de diguhere. Ahvaz (42) bajarê herî qirêj ê welat, Sine (9) û Reşd (11) jî weke bajarên herî paqij ketin qeydan.

Berê hîndekarek ji Zanîngeha Tibê Şehîd Beheştî jî diyar kiribû ku sala par ji 53 hezarî zêdetir welatî ji ber hewaya qirêj mirine.