Li Îranê îmzekirina daxuyaniyên piştgiriya girtiyên siyasî jî sûc e
Çalakvana sivîl û girtiya siyasî ya Azerî Salar Taher Afşar ku li Girtîgeha Evînê girtî ye, bi cezayê zêdekirî re rûbirû maye. Li gorî raporan, îmzekirina daxuyaniyên piştgiriya hejmarek girtiyên siyasî, bûye sedema zêdebûna cezayê girtîgehê .
Navenda Nûçeyan- Li gorî raporên hatine weşandin, çalakvanek sivîl a Azerî Salar Taher ku cezayê xwe li Girtîgeha Evînê dikşîne, li gorî biryara nû ya Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Teh Afşara Îranê, bi cezayê zêdekirî re rûbirû maye.
Sudabeh Taher Afşar ku xwişka vê girtiya siyasî, ragihand ku cezayê wê yê berê 5 sal zindan û salek qedexeya derketina ji welêt vedihewîne û ev agahî dan: “Lê niha, bi zêdekirina salek zindan û du salên din qedexeya derketina ji welêt, cezayê wê yê giştî bûye 6 sal zindan û sê sal qedexeya derketina ji welêt.”
Piştgiriya bi girtiyên siyasî re
Li ser bingeha biryara ku ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ya bi serokatiya Dadwer Afşarî hatiye dayîn, cezayê Salar Taher Afşar ji ber îmzekirina daxuyaniyên piştgiriya hejmarek girtiyên siyasî ku di nav de Şerîfe Mihemedî, Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Somaye Raşîdî hene, hatiye zêdekirin.
Ev biryar di demeke ku rêxistinên mafên mirovan bi berdewamî li dijî kiryarên dadwerî yên li dijî çalakvanên sivîl hişyarî dane de, ji ber ku bi aştiyane piştgiriyê didin girtiyên siyasî û mafê xwe yê azadiya ramanê bikar tînin, hatiye dayîn.
Digel sînorkirinên li ser ragihandinê di navbera girtiyên Evînê de, nûçeya zêdebûna cezayê Salar Taher Afşar di heman demê de bi raporên li ser astengiyên berfireh ên di bangên telefonê yên girtiyên Evînê û windakirina têkiliyê di navbera hejmarek ji wan û malbatên wan de hat. Ev bûye mijarek ku fikara malbatên girtiyan û çalakvanên mafên mirovan li ser rewşa girtiyên siyasî zêde kiriye.