Li Îranê hîcaba bi zorê ji aliyê komîsyonê ve hat erêkirin
Zagona der barê hîcaba bi zorê de li Îranê di komîsyona meclisê de hat erêkirin. Li bendê ye ku bi vê zagonê re jinên ku hîcabê nedin serê xwe wê cezayên girtîgehê yan jî pere bigrin.
Navenda Nûçeyan- Li parlamentoya Îranê ji bo jinên ku ‘quralê hîcaba bi zore’ binpê dikin bi awayekî giran werin cezakirin di mijara sazkirina zagonê de gavek nû hat avêtin. Komîsyona ku li parlametoyê hatiye avakirin, bi mehan e pêşnûme zagona ku tê nîqaşkirin erê kir.
Pêşnûmeya ku halê wê yê dawiyê tê pêşbînêkirin ‘li gorî quralên cil û bergên Îslamî tevnegrin’ wê bi cezayên giran werin cezakirin. Li gorî vê yekê ger zagon ji carekê zêdetir were binpêkirin wê cezayê pere bidin. Ger ev binpêkirin careke din were dubarekirin û di rewşên îstîsnayî de heta 15 salan cezayê girtîgehê û herî kêm cezayê pere yê 5 hezar Eurê biryar bigrin. Li gorî pêşnûmeyê yên ku zagonê binpê dikin ên ku ji aliyê beşek berfireh ê civakê ve tê nasîn û bi nav û deng in wê cezayên wan hîn girantir bibin.
Wê bikaribin dest daynin ser malên wan
Ger jin li cihên kar hicabê nedin serê xwe wê ji alîkariyên fermî bêpar bimînin, pêşnûme di heman demê de tê pêşbînîkirin ku heta 15 salan ji pîşeyê werin dûrxistin. Daraz dema kes bi sûc bin wê biryar bidin dest daynin ser malên wan. Jinên ku ne Îranî ne dema li gorî zagonan tevnegerin wê ji welat werin dersînorkirin.
Weşandina wêneyên di înternetê de wê were cezakirin
Weşandina wêneyên bê hîcab di înternetê de wê were cezakirin. Yek ji madeyên din ên ku di pêşnûme zagonê de cih digre jinên ku qedexeya hicabê binpê dikin derketina wan a derveyî welat wê were qedexekirin. Her wiha bê hîcab ketina jinan a navendên standin û firotinê, restoranan wê bi biryara dozger werin girtin. Ên ku heqaretê li jinên bi hîcab dikin wê bi cezayê 6 meh ê girtîgehê û 74 kamîşan werin cezakirin.
Di pêşnûmeyê de danasîna ‘cilên xirab’
Di pêşnûme zagonê de di heman demê ji bo jinan cilên ku xirab tên dîtin hatin rêzkirin. Weke mînakên vê, gumlekên milê wan kurt û şalên qetiyayî hatin nîşandan. Di pêşnûmeyê de ji bo mêran şalên lingê wan kurt û yan jî atlêt weke cilên ‘xirab’ hatin diyarkirin.
Serhildana Jin Jiyan Azadî
Zagona mijara gotinê, bi nêzbûna salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve ji bo serîtewandina jinan li dijî komara Îslamê bersivek e û hewl tê dawîn bi vê yekê pêşî li xwepêşandanan bigrin.
Di payîza 2022’an de bi îdiaya hicaba ne gorî rêbazên îslamê Jîna Emîn hatibû qetilkirin. Serhildanên ku li Îranê destpê kiribûn hê jî berdewam dikin. Bi taybetî li bajarên mezin hejmarek zêde jin li dijî hîcaba bi zorê derdikevin. Serokê dînî yê Îranê Îbrahî Reisî, berê jî gefa cezakirinê li jinên ku hîcabê nedin serê xwe xwaribû.