Li Îranê hêza siyasî ya hevgirtinê: Siyaseta lênêrînê 'Jin Jiyan Azadî'
Serhildanên Îranê nîşan didin têgihîştineke siyasî ya nû ku bi perspektîfa "siyaseta lênêrînê" ya Manîfestoya Lênêrînê daniye holê re li hev dike, heye. Dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" jî mîna îfadeya pratîkî ya vê nêzîkatiyê derdikeve pêş.
ŞEYLA KASIMHANÎ
Navenda Nûçeyan – Ezmûna serhildanên dawî yên li Îranê, nîşan daye ku di nîvê zextê de jî şêweyên nû yên lênêrîna kolektîf derdikevin holê.
Ji dermankirina birîndaran a li derveyî pergala fermî bigre heta dabînkirina stargehê ya ji bo xwepêşanderan, ji piştgiriya malbatên girtiyan bigre heta torên hevgirtinê yên bi xwe ava bûne, lênêrîn bi awayekî radîkal û siyasî ji nû ve hat pênasekirin. Ev Manîfestoya Lênêrînê, tişta ku mîna "siyaseta lênêrînê ji jêr" tê binavkirin e; siyasetekî ku ne bi rêya saziyên fermî, ji têkiliyên rojane û hevgirtinên nazik lê rasteqîn ava dibe ye.
Di salên dawî de bi kûrbûna qeyranên aborî, jîngehî û siyasî ya li cîhanê re, têgeha "lênêrînê" careke din bû navenda nîqaşên teorîk û siyasî. Manîfestoya Lênêrînê ya ku di sala 2020’an de ji hêla Care Collective ve hat weşandin û siyasetek girêdayîbûna hevbeş pêşkêş dike, hewldanek hişmende ku vê têgehê ji nû ve binirxîne; têgehekî ku an marjînalîze bûye an jî di nav rêza neoliberal a serdest de mîna mijarek taybet, tenê ji bo jinan û bêwate hatiye kêmkirin. Ev pirtûk ne tenê rexneyek teorîk a kapîtalîzma dereng pêşkêş dike, di heman demê de ji bo ji nû ve avakirina jiyana kolektîf asoyek siyasî pêşniyar dike; ev aso bi awayekî watedar bi ezmûna Îranê û serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ve girêdayî ye.
Înkara berpirsyartiya kolektîf
Nivîskarên Manîfestoya Lênêrînê, bi texmînek bingehîn dest pê dikin: Mirov ne hebûnên serbixwe, xweser û îzole ne. Berevajî vê yekê, jiyana mirovan ji jidayikbûnê heta mirinê, di nav torên girêdayîbûnê de şêwe dibe; girêdayîbûna bi yên din, saziyan, xwezayê û binesaziyên civakî. Li beramberê vê yekê, siyaset û aboriya nûjen, bi taybetî di versiyona neoliberal de, tam li ser înkarkirina vê girêdayîbûnê hatine avakirin. Fikra "ferdê ku berpirsiyartiya xwe hildgire” şûna berpirsiyariya kolektîf girtiye û lênêrîn êdî ji erkek civakî derketiye û veguheriye barekî taybet.
Aqlê siyasî ya neolîberalîzm e
Di vê çarçoveyê de, neoliberalîzm ne tenê pergalek aborî ye, hişmendiyek siyasî ku hewl dide her tiştî di mantiqa piyasa, karîgeriyê û pêşbaziyê de kêm bike. Ji ber ku lênêrîn ne pîvanbar, sûdmend an jî pêşbaz e, an ji holê tê rakirin an jî li ser milê hêza danûstandinê ya herî kêm heye tê barkirin. Ev yek piranî li ser mike jin, koçber û çînên jêrîn tê barkirin. Polîtîkayên qayiş şidandin, taybetkirina xizmetên giştî û vekişîna dewletê ya ji berpirsiyariyên civakî, di wateya lênêrînê de bûn sedema qeyranek avahîsaziyê; ev jî qeyranekî ku hilberandina jiyanê veguherî mijarek takekesî û bihayê ye.
Lêgerîn veguherî pirsgirêkek newekhev û çînî
Manîfestoya Lênêrînê, li dijî vê rewşê daxwaza ji nû ve siyasîkirina lênêrînê dike. Di vê çarçova xwendinê de, lênêrîn ne tenê mijarek exlaqî an hestyarî ye, binesaziya jiyana civakî ye. Ji tenduristî û perwerdehiyê bigre heta veguhastin, ji xanî û jîngeh bigre heta têkiliyên mirovan, hemû tişt bi torên lênêrînê ve girêdayî ye. Paşguhkirin an jî qelskirina van toran, dibe sedema hilweşîna civakî û zêdebûna tundiya avahîsaziyê; ev rewş Îran jî di nav de di gelek civakan de tê ditin.
Xalek din a sereke ya Manîfestoya Lênêrînê, rexnekirina wê ya girêdana di navbera siyaseta otorîter û cureyek diyarker a "mêraniya siyasî" de ye; siyasetekî ku hêz, kontrol, hişkbûn û serxwebûnê bilind dike û hemû tiştên bi qelsî, hewcedarî û laş ve girêdayî ye bêqîmet dike ye. Ev mantiq, di avahiya siyasî ya Îranê de jî bi zelalî heye; cihekî ku qebûlkirina hewcedarî, lênêrîn an hevgirtina civakî mîna qelsî tê hesibandin û tepeserkirin bûye zimanê serdest ê siyasetê.
Dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî û qutbûn
Di çarçoveyek wisa de, serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ne tenê wekî protestoyek siyasî, di heman demê de wekî qutbûnek têgehî jî dikare were dîtin. Ev dirûşme, li ser xala ku siyaseta fermî jê dûr dikeve radiweste, ango beden, jiyana rojane û kalîteya jiyanê. "Jin" li vir ne tenê nasnameyek zayendî ye; kirdeyekî ku dîroka dirêj a xebata lênêrînê ya nedîtî, kontrola beden û dûrxistina ji qada giştî hildigre ye. "Jiyan" tekeza jiyan kirin, rûmet, şahî û ewlehiyê ye, ev jî têgehên ku di pergalên otorîter û zordar de hatine marjînalkirin e. "Azadî" jî ne azadiya takekesî ya rezbar e, azadiyekî ku bi kesên din re di nava têkiliyê de û li ser bingeha lênêrîna hevbeş wate dibe ye.
Wergera di Manîfestoya Lênêrînê
Di vê wateyê de, "Jin, Jiyan, Azadî" dikare mîna wergera zindî ya asoyê ku di Manîfestoya Lênêrînê de hatî destnîşan kirin bê dîtin. Her du jî pergalekî ku girêdayîbûna hevbeş înkar dike, lawaziyê tepeser dike û lênêrînê bêqîmet dike, lêpirsîn dike. Her du jî siyasetê ne li ser rêvebirin û dûrxistina mirinê; daxwaza dike ku siyasetê li ser bingeha parastin û berfirehkirina jiyanê ji nû ve pênase bike.
Di encamê de girîngiya Manîfestoya Lênêrînê ji bo xwînerên Îranî ne tenê di rexnekirina neoliberalîzma gerdûnî ye, di heman demê de vekirina îmkanek ji bo ramana alternatîf e. Ev pirtûk, bi bîr dixe ku bêyî di asta malbat, civak û siyasî de ji nû ve avakirina torên lênêrînê, tu projeyek rizgariyê nikare mayînde be. Li welatekî ku jiyan bi salan e tenê ji bo jiyankirinê tê araste kirin, vegerandina lênêrînê bi serê xwe dikare bibe şêwazekî berxwedana siyasî. Ev yek berxwedanekî ku di dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" de bi zimanekî sade lê kûr û radîkal tê îfade kirin e.