Li Îranê hema bêje dermanên psîkiyatrî nayên dîtin
Serokê Komeleya Psîkiyatrîstên Îranê diyar kir ku di nava welat de di mehên dawî de krîza dermanên psîkiyatrîk kûrtir bûye. Pisporan gotin ku ji ber nebûna dermanan, nexweş nikarin bigihin tedawiyê.
Navenda Nûçeyan – Serokê Komeleya Psîkiyatrîstên Îranê diyar kir ku li welat kêmbûna dermanên sîstema demarî û psîkiyatrîk di mehên dawî de bi awayek diyar xirab bûye, nexweş xwe gihandina derfetên bingehîn ên tedawiyê de krîzên cidî dijîn.
Serokê komeleyê da zanîn ku li gorî demê beriya şer, kêmaniya derman hê zêdetir bûye, hinek dermanên ku sînordar dihatin ditin hema bêje li bazarê tune bûne. Rayedar diyar kir ku dermanên nû li lîsteya dermanên berê zêde kiriye, gelek nexweşên psîkiyatrî nikarin xwe bigihînin dermanên bi recete.
Pisporan hişyarî dan ku ji ber kêmbûna dermanên nexweşên kronîk û psîkiyatrî, dibe ku nexweşî dîsa destpê bike, rê li ber hilweşînên giran ên psîkolojîk û heta xeteriya mirinê veke.
‘Rayedar derbarê krîzan de şefaf nêz nabin’
Rayedarên komeleyê derbarê sedemên krîzê de daxuyanî dan û diyar kirin ku kêmaniyên di pêvajoyên hilberînê de, kêmaniya madeyên xam, stokirin û ne rêk û pêkiya di pergala belavkirinê de pirsgirêk mezin kiriye. Her wiha rayedaran, îfade kirin ku saziyên eleqeder derbarê krîzê de agahiyek eşkere û şefaf nedane raya giştî.
Hate diyarkirin ki Komeleya Psîkiyatristên Îranê di salên dawî de bi caran rapora derbarê kêmaniyên dermanan de pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê kirine, pirsgirêk nehat çareserkirin û hê zêdetir belav bû.
Krîza tenduristiya ruhî gihaye asta civakî
Hate îfadekirin ku li Îranê pergala tenduristiyê di salên dawî de ji ber gendeliyên pergalî, rêveberiya xirab, hilweşîna bînesaziya tenduristiyê, veqetendina beşek mezin a butçeyê ji bo qadên ewlehî û leşkerî krîzek giran tê jiyîn. Li beramberî vê pergala tenduristiyê, li dijî koça bijîşkan, kêmaniya butçe û kêmaniya dermanan têdikoşe.
Li gorî pisporan, li welat krîza tenduristiya ruhî, ne tenê pirsgirêkek kesî yan tibî ye, di heman demê de bûye pirsgirêkek civakî û siyasî. Xizaniya zêde bûyî , bê ewlebûna aborî, zextên siyasî, darvekirin, qutbûnên înternetê û qada ne diyar a civakî li ser bi milyonan mirovan zexta psîkolojîk ava dike.
Hişyariya xwekuştin û hilweşîna civakî
Pispor destnîşan dikin ku, qutbûna xwegihandina dermanên psîkiyatrî, di kesên nexweşiyên ruhî pêre hene de dîsa derdikeve, dibe sedemê aramkirinên bi zorê û zêdebûna xeteriya ziyanê bidin xwe.
Li aliyê din hate îfadekirin ku serbestberdana hinek dermanên antîdepresan û aramkirinê di bazarê de firotin ji aliyê hikûmetê ve, bikaranîna dermanên bê kontrol zêde kiriye.
Pispor hişyar dikin ku hesta bêhêvîtiyê û hîsa nebûna pêşerojê di civakê de dikare bibe sedema krîzên nû yên civakî û destnîşan dikin ku ger rewşa heyî bi dome, xetera xwekuştin, tiryakê û hilweşîna civakî dê hîn zêdetir bibe.