Li Îranê hêjmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest didin zêde dibe
Bi berdewamkirina şer re, hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibin. HRANA ragihand ku duh herî kêm 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan – Li gel domandina şer, hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibin. Li gorî rapora ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA ve hatî weşandin, duh li Îranê herî kêm 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî raporê di nava 24 saetan de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi vê re hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane giha hezar û 616’an. Her wiha hê nayê zanîn ku ji 711 kesên jiyana xwe ji dest dane sivîlin an jî leşkerin.
261 jin jiyana xwe ji dest dane
Serokê Saziya Rewşên Awarte ya Îranê, bêyî cûdahiya sivîl û leşekran ragihand ku ji destpêka şer heta niha 261 jin jiyana xwe ji dest dane.
Diyar kir ku ji derveyî vê, êrîşên li dijî bînesazî û hedefên sivîl didome. Li gorî saziyên fermî ên Îranê, heta niha personelên tenduristiyê, beşa awarte, Heyva Sor û tîmên agirkuj 24 kesan di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane. Lê belê ev dane ji aliyê medyaya serbixwe ve nehate piştrastkirin.
Her wiha Serokê Saziya Rewşên Awarte ya Îranê îfade kir ku 46 ambulansan ziyan dîtine û 322 navendên tedawî û tenduristiyê xisar dîtine.