Li Îranê girtina jinan û sewqkirina ji bo girtîgehan didome

Li Îranê gelek aktivîst û beşdarên xwepêşandanan yên tên girtin, cezayên girtîgehê ên demdirêj lê tên birîn û wan sewqî qawîşên hikûmxwariyên ji sûcên giran hatine girtin, tên kirin.

Navenda Nûçeyan – Ji ber xwepêşandanan gelek kesên tên girtin rastî cezayên girtîgehê tên û sewqî girtîgehên hikûmxwariyên giran tên kirin. Bîbî Zehra Mûsewî, girtiyek 21 salî ku bi mehan di hucreya yek kesî de dihat girtin, sewqî qawîşa hikûmxwariyên ji dozên madeyên hişbir û cezayên giran hatine girtin hatiye kirin. Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê 22 meh cezayê girtîgehê da Xezal Rîayet. Hate diyarkirin ku biryar niha di pêvajoya îtîrazê deye. Yek ji beşdarên xwepêşandanên meha Çileyê Zehra Şehîdî, du sal cezayê girtîgehê û gelek cezayên din lê hat birîn.

Bîbî Zehra Mûsewî ji girtîgehê birin qawîşa hikûmxwariyên cezayên giran

Bîbî Zehra Mûsewî, girtiyeke 21 salî ji Firmanê ku ji Kanûna 2025’an ve girtî ye, di rojên dawî de ji qawîşa Girtîgeha Vekîlabad a Meşhedê ku girtiyên siyasî lê tên ragirtin sewqî qawîşa hikûmxwariyên ji sûcên giran hate kirin. Vê rewşê fikarên malbat û xizmên wê derbarê ewlehî û rewşa wê ya psîkolojîk de zêde kiriye. Ev pêkanîn nîşan dide ku polîtîkayên zextê û cezakirinê yên li dijî girtiyên siyasî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de didome.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Bîbî Mûsewî pêşî ji ‘Qawîşa Aştiyê’ ya ku girtiyên siyasî yên jin ya li girtîgeha Vekîlabad, birin beşa karantînayê. Ji dûh ve sewqî qawîşa jinan a No 1 ya  jinên ji ber sûcên giran û dozên madeyên hişbir hatine mehkûmkirin hate kirin.

Çavkaniyên xwedî agahî, dibêjin ku veguhestina girtiyên siyasî û fikrî ji bo beşên giştî, bi taybet yên ku kesên bi sûcên tundî û giran hatine mehkûmkirin lê dimînin, dibe ku wan zêdetir rû birûyî bi zext, gefên ewlehiyê û zirara fizîkî û derûnî bikin.

Çar mehan girtina hucre û cezayê giran ê girtîgehê

Bîbî Zehra Mûsewî di 30’ê Kanûna 2025’an de hate binçavkirin, li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çar mehên dema girtina xwe di hucreya yek kesî de derbas kir.

Sûcên derbarê wê de ‘beşdarbûna xwepêşandanan’, ‘teşwîqkirina sûc û propagandayê’, ‘avakirina rêxistinê’ û ‘tevlîbûna çalakiyên li dijî ewlehiya neteweyî’ cih digre.

Girtiya ciwan a jin bi biryara ji aliyê dozgeriya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Çavkaniya debara malbetek di siya cûdakariyê de

Bîbî Zehra Mûsewî ku dayîka wê Îranî û bavê wê Efganî ye, beriya were girtin debara malbata xwe wê pêk dianî.

Xizmên wê dibêjin ku girtina jina 21 salî û cezayê girtîgehê yê giran, malbata wê bi pirsgirêkên cidî yên aborî û derûnî re rû bi rû hiştiye.

Sewqkirina Bîbî Mûsawî ji bo qawşa girtiyên edlî, di demekê de ku di salên dawî de gelek raporên derbarê pêkanînên zextên li ser girtiyên siyasî hatî weşandin de pêk hat. Di van raporan de bi hûrgilî behsa pratîkên wekî sewqkirinên navxweyî, sewqkirina qawîşên ne guncaw û înkarkirina mafên bingehîn ên girtiyan dikin. Rêxistinên mafên mirovan van pêkanîna wek rêbaza zextê li ser girtiyên siyasî û wijdanî dinirxînin.

22 meh cezayê girtîgehê li Xezal Rîayet hate birîn

Li gorî raporên hatine weşandin, welatiya Baheyî Xezal Rîayet Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê 22 meh cezayê girtîgehê lê birî.

Di raporê de hate diyarkirin ku biryara destpêkê ya dadgehê niha di pêvajoya îtîrazê de ye.

Xezal Rîayet di 15’ê Çileya 2026’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li cihê karê xwe hate binçavkirin. Di heman demê de, mala wê lêgerîn kirin û hin tiştên wê yên şexsî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.

Piştî nêzî girtina demkî ya mehekê, welatiya Baheyî Xezal Rîayet bi kefalet ji Girtîgeha Wakilabadê ya li Meşhedê hate berdan.

Zehra Şehidi mehkûmî 2 sal cezayê girtîgehê hate kirin

Li gorî rapora ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ve hatiye weşandin, Zehra Şahîdî ku di xwepêşandanên seranserî welat yên sala 2025’an de hatibû binçavkirin û niha li Girtîgeha Evîn a Tehranê ye, mehkûmî du sal cezayê girtîgehê hatiye kirîn.

Li gorî raporê, mehkûmkirina wê bûye sedema ku Zehra Şehîdî karê xwe winda bike. Tê gotin ku Zehra Şehîdî di heman demê de debara malbata xwe dikir.

Hûrgiliyên biryarê, sûcdariyên li dijî wê hatine kirin û agahiyên derbarê saziya dadwerî ya ku biryar daye de jî hatine weşandin.

Zehra Şehîdî di 31’ê Kanûna 2025’an de sewqî beşa jinan a Girtîgeha Evînê hate kirin. Di rojên destpêkê yên xwepêşandanên girseyî yên sala borî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li kolanê hatiye binçavkirin û çend rojan di bin çavdêriyê de mabû.