Li Îranê êrîşa zayendî ya li ser zarokan zêde dibe
Fatemeh Soltanî seroka xîzmeta awarte ya civakî li rêxistina xêrxwaziyê ya Îranê dibêje piraniya kesên ku ji bo xizmeta acîl serlêdan dikin, ji îstismara zarokan û nakokiyên navmalî pêk tên.
Navenda Nûçeyan – Seroka daîreya rewşa awarte ya civakî ya rêxistina xizmetên civakî ya Îranê, di hevpeyvîna xwe ya li ajansa nûçeyan a Îranê de, piştrast kir ku êrîşên zayendî ya li ser zarokan zêde bûye.
Fatemeh Soltanî, da zanîn piraniya serlêdanên ji bo daîreya rewşa awarte ya civakî tê kirin, bûyerên êrişa zayendî ya zarokan û nakokiyên navmalî ne.
Seroka serwîsa awarte ya civakî, sedema zêdebûna dozên êrîşa zayendî ya li ser zarokan bi zêdebûna hişmendiya raya giştî ya li ser vê mijarê ve girêdayî ye, pispor bawer dikin ku zêdebûna xizanî, tiryakbûn, faktorên çandî û civakî yên cûrbecûr û nebûna qanûnên astengkirinê sedemên sereke yên vê zêdebûnê ne.
Li aliyê din seroka xizmeta awarte ya civakî, diyar kir binesaziya xizmetên awarte yên civakî di rewşek neyînî de ye û destnîşan kir ku ew bi pirsgirêkên mîna kêmbûna wesayîtan, kêmbûna ewlehiya kar a personel û kêmbûna budceya re rû bi rû dimînin û ev pirsgirêk bandorê li asta xizmetê dike. Her wiha diyar kirin ku dijwarbûna kar û nebûna îstîhdama kadroyî (statuya girtina xizmetê), yek ji sedemên kêmbûna personel e û destnîşan kir personelên ku perwerdehiyê dibînin, piştre derbasî saziyên din dibin.