Li Îranê du girtiyên din ên siyasî hatin darvekirin
Du girtiyên siyasî yên ku li girtîgeha Qizilhêsarê dihatin girtin hatin darvekirin. Her wiha nûçeyên ku gardiyanên girtîgeha Qizilhêsarê bi ser qawîşa 4’an de girtine û hinek girtiyên siyasî darb kirine û birine cihên nediyar hatin weşandin.
Navenda Nûçeyan – Ajansa Nûçeyan a girêdayî dadweriya Îranê ragihand ku vê sibehê du girtiyên siyasî Babak Elîpour û Pouya Qabadî hatine darvekirin.
Li gorî agahiyên der barê vê dosyayê de hatin weşandin, her du girtiyên siyasî yên mijara xeberê, di çarçoveya dosyayeke hevbeş de, di payîza 2023’an hatine binçavkirin û di Kanûna 2024’an de di doza ku ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi serokatiya Îman Afşarî hat dîtin de, bi sûcdariya li ‘dijî dewletê serhildan’ mehkûmî cezayê darvekirinê hatin kirin.
Xetera darvekirina du girtiyên din didome
Hat diyarkirin ku ji heman dosyayê du girtiyên din ên siyasî Akbar Daneshvarkar û Mohammad Taqavî Sang-Dehî hatine darvekirin. Li gel înfazên dawî, ji 6 girtiyên siyasî yên vê dosyayê çar hatine darvekirin.
Du girtiyên din ên siyasî ku di vê dosyayê de cih digrin, Vahid Banî-Ameriyan û Abolhassan Montazer, hê rû birûyî cezayê darvekirinê ne. Li gorî agahiyan, xeteriya darvekirina wan didome.
Li aliyê din birayê Elî Younesî, Reza Younesi, ragihand ku gardiyanên Girtîgeha Qizilhêsarê bi ser qawîşa 4’an de girtine û hinek girtiyên siyasî derb kirine, birine cihek nediyar. Da zanîn ku ev bûyer di demek ku hinek girtî ji bo darvekirinê dihatin sewqkirin de hatiye jiyîn û malbat niha ji rewşa xizmên xwe yên girtî bê agahî ne.
Rêxistinên mafên mirovan, bi taybetî Rêxistina Efûya Navneteweyî, berê jî fikarên xwe yên der barê kêmaniya zelaliya di pêvajoyên darizandina dosyayên girtiyên siyasî û ewlehî ku li Îranê cezayên darvekirinê li wan hatin birîn de anibûn ziman.
Ev dosya, weke berdewama nûçeyên ku li gel dijwarbûna atmosfera ewlehiyê di şertên şer de, di dozên ku bi sûcdariyên ewlehiyê hatine vekirin, cezayê darvekirinê zêde bûne de hat rojevê.
Di hefteyên dawî de, li gel destpêkirina şerê li Îranê, hejmarek girtiyên siyasî bi sûcdariyên ewlehiyê hatin darvekirin. Girtiyên siyasî, kesên ku di xwepêşandanên meha Çileyê de hatine binçavkirin û kesên di şertên şer de hatine girtin, weke koma ku di metirsiya înfazê de ne tên nîşandan.