Li Îranê di sala 2025’an de hezar û 500 hatine darvekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (Iran Human Rights-IHR), ragihand ku li Îranê di tevahiya sala 2025’an de hezar û 500 kes hatine darvekirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî rêxistinek civakî ya mafên mirovan, ragihand ku rayedarên Îranê hejmarekî pir mezin darvekirinan pêkanîne. Li gorî rêxistinê, hejmara darvekirinan gihîştiye herî kêm hezar û 500 kes û ev yek mîba hejmara herî zêde ya 35 salan derbasî tomaran bû.
Dîrektorê IHR’ê Mehmûd Emîrî Muxedam ku navenda saziyê li Norwecê ye daxuyaniyek da AFP’ê û got: “Tişta ku em bi awayekî teqez dizanin ewe ku hejmara darvekirinan ji hezar û 500’î derbas bûye. Ev rekoreke. Ji dawiya salên 1980’yan ve ye yanî zêdetirî 35 salan e hejmara herî bilind eve.”
Her wiha Mehmûd Emîrî diyar kir ku hê jî bi sedan bûyerên darvekirinê yên nehatine piştraskirin hene û anî ziman ku dibe hejmara rastîn gelekî ji ya hatî eşkerekirin zêdetir be.