Li Îranê di meha Mijdarê de 39 jin û 2 zarok hatin qetilkirin
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di mehekî de 25 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 11 jinan bi awayekê guman jiyana xwe ji dest dan û 3 jin bi darvekirinên rejîma Îranê hatin qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Tevî hewldanên bi dehan salan ji bo têkoşîna bi tundiya li dijî jinan re û hewldana zêde ya parêzavanên mafên jinan ên gerdûnî û Îranê jî; ev şêweyê tundiya li cîhanê û Îranê yek ji pirsgirêkên herî giran ên civakî û mafên mirovan e. Jin bi hinceta namûsê, nakokiyên nava malê tên qetilkirin û kiryarên di bin siya zagonên serdestiya mêr û zayendperest de bê ceza dimînin.
Ajansa me her meh der barê xwekiştin û qetilkirina jinan de raporan diweşîne. Di meha borî de 25 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 11 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane û 3 jin jî hatin darvekirin.
Li Îranê di mehekê de daneyên tundiyê:
2’yê Mijdarê: Ayşe Mîrkazî ya 42 salî ji ber ku li dijî zewaca duyemîn derket ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve li Zabolê hat qetilkirin
3’yê Mijdarê: Li Tehranê zarokek 4-5 mehî li kolanê bi awayekî qetilkirî hat dîtin.
*Parnian Delirî, bi dizî hat darvekirin.
*Di encama nakokiya nava malê de jineke ku nasnameya wê nayê zanîn li Amolê ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve hat qetilkirin.
4’Mijdarê: Cenazeyê jineke ciwan a Afganî, li gundekî çolwar ê Tehranê di dolabek de hat dîtin.
*Li Tehranê jinek ku nasnameya wê nediyar bû, ji ber bikaranîna madeyên hişber ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin.
6’ê Mijdarê: Ferîde Mahakkî ya 25 salî bi hinceta namûsê ji aliyê bav, kal û apê xwe ve bi darê zorê bi dermanxwarinê hat qetilkirin.
7’ê Mijdarê: Ciwanek 16 salî, li bajarê Tebrîzê li navenda bazarê ji qata heftan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
8’ê Mijdarê: Hawa Perkî ya 32 salî, ji aliyê kesên ku nasnameya wan ne diyar e ve hat qulebarankirin û qetilkirin.
9’ê Mijdarê: Mahsa Golistanî ya 11 salî, ji aliyê malbata ku wê ji xwe re kiribû ‘ewlad’ bi îşkenceyê hat qetikirin.
11’ê Mijdarê: Li Tehranê li hewza avahiyê du hevjînên temenê wan mezin ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar e ve hatin qetilkirin.
12’ê Mijdarê: Li Meragê jinek ji ber pirsgirêkên malbatî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve hat qetikirin û wê xist baxaca wesayîda xwe.
13’ê Mijdarê: Li Bandar Abbast jina ku nasnameya wê nayê zanîn hat qetilkirin.
14’ê Mijdarê: Arzu Khavarî ya 16 salî, piştî ku ji dibistanê hat avêtin bi guman jiyana xwe ji dest da.
15’ê Mijdarê: Jineke 57 salî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve hat qetilkirin. Hat zanîn ku ew mêr berê jî jinek qetil kiriye.
17’ê Mijdarê: Aynaz Kerîmî ya 16 salî, ji ber gefa derxistina ji dibistanê lê hat xwarin întihar kir.
*Jineke ku nasnameya wê nayê zanîn bi sûcdariya madeya hişbir hat darvekirin.
18’ê Mijdarê: Zahra Heydarî ya 35 salî, bi guman jiyana xwe ji dest da.
19’ê Mijdarê: Li Tehranê keçeke 14 salî bi awayekê guman ji serbanê xaniyekî ket û jiyana xwe ji dest da.
20’ê Mijdarê: Serva Ahmadiîzade, bi guman jiyana xwe ji dest da.
21’ê Mijdarê: Mahreh Khanî ya 35 salî ji ber sûcên madeyên hişbir hat darvekirin.
22’yê Mijdarê: Parêzerek, hevjîna xwe û kurê xwe yê 7 salî kuşt.
23’yê Mijdarê: Jineke 38 salî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve hat qetilkirin.
23’yê Mijdarê: Jinek 53 salî bi derbeya mêrê ku pê re zewicî bû ya ji serê xwe xwar bi giranî birîndar bû, piştre jiyana xwe ji dest da.
25’ê Mijdarê: Sara Abdar a 35 salî, ji ber pirsgirêkên malbatî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve hat qetilkirin.
26’ê Mijdarê: Jinek li Tehranê ji aliyê xwediyê kar ve ku dixwest zêrên wê bidize ve hat qetilkirin.
29’ê Mijdarê: Li Tehranê jinek 35 salî, ji ber nîqaşên der barê mîrasê de ji aliyê birayê xwe ve hat qetikirin.