Li Îranê di meha dawî de 25 jê jin 126 kes hatin darvekirin

Hat diyarkirin ku tenê di meha Mijdarê de li Îranê 25 jê jin 126 kes hatine darvekirin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê di meha Mijdarê de li Îranê 126 kes hatine darvekirin. Jivê hejmarê 25 jê Jin in.

Medya Rojhilatê Kurdistanê li ser darvekirinên di meha Mijdarê (2024) de agahî parvekirin. Li gorî çavkaniyê, di meha Mijdara îsal de 126 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.

Çavkaniyê ragihand ku ji 126 kesên hatine darvekirin 25 jê Jin in.

Hêjayî gotinê ye di meha Cotmehê (2024) de jî 161 girtî ji aliyê Îranê ve hatibûn darvekirin û ji wê hejmarê 22 kes Kurd bûn.