Li Îranê di encama êrîşên hewayî de 4 jin hatin kuştin

Di êrîşên hewayî yên berdewam ên li ser Îranê de, duh herî kêm 35 sivîl hatin kuştin û 60 kesên din jî birîndar bûn. Medyaya navxweyî jî îro ragihand ku heşt sivîl, çar ji wan jin in, li Boroucerdê hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîl-DYE yê li dijî Îranê di 28’ê Sibatê de dest pêkirine berdewam dikin. Ev êrîş jî gelek aliyên jiyanê hedef digirin, îro gelek bajarên Îranê yên weke Yezd, Tehran, Qezwîn, Zencan, Mazenderan, Kerec û Lorîstan rastî êrîşên hewayî yên giran hatin.

‘4 jin hatin kuştin’

Medyaya dewletê ragihand ku di êrîşan de hejmarek sivîl hatine kuştin. Li gorî raporên ku ji aliyê medyaya navxweyî ve hatine weşandin de, di êrîşên îro yên li ser bajarê Boroucerdê de 8 kes di nav de 4 jin hatin kuştin. Raporan tekez kir ku hemû kuştî sivîl bûn.

HARANA: 1527 sivîl hatin kuştin

Ajansa Nûçeyan a HRANA, ragihand ku duh bi şev herî kêm 35 sivîl hatine kuştin û 60 jî birîndar bûne.

Li gorî raporê, ji destpêka pevçûnan ve 1527 sivîl, ku herî kêm 228 zarok in, hatine kuştin. Her wiha ne diyar e ku 695 ji kuştiyan leşker in an sivîl in.

HRANA, bal kişand ser êrîşên duh ên li ser binesaziyê û çavkaniyên enerjiyê yên li Îranê û got ku ew ji bo pîşesazî û binesaziyê rojek dijwar bû.

237 jin hatine kuştin

Serokê Rêxistina Awarte ya Îranê ragihand ku ji destpêka şer û pevçûnan ve 237 jin hatine kuştin.