Li Îranê di bin çavdêriya dewletê de zarok tên bazarkirin!
Li pişt gotinên olî yên wekî "zewaca îslamî" û "Ax," keçên temenbiçûk wekî kelûpel têne pêşve xistin û li ser malperên hevdîtinê têne kirîn û firotin. Ev bazara veşartî tundiya li dijî zarokan di bin mohra "qanûna îslamî" de rewa dike.
NASIM EHMED
Kirmanşan – Zewaca olî, zewacên şer’î û heman peyv piranî dibin navê ‘şerîatê’ de, di rastiyê de pêvajoyek ku dişibe ticareta jinan ji bo rewa bike tê bi karanîn. Ev peyv, bi tunekirina asta mirovî û hiqûqê ya jinê re namîne, otorîteya olî bi kartîne û van têkiliyên ne wekhev û amûrkirinê paqij dike. Weke ku şerîat maskeyek ku serwerî û mulkiyet xistiye rûyê xwe.
Divê çarçoveyê de jin, ne wek kesek serbixwe, wek amûrek bibe xwedî û dewr bike û hilberîne tê dîtin. Şer’î meşruîyet weke ku vedigere paçek ê exlaqî yê ne wekhevî û tahakum di nixûme. Ev têgîn, li cihî rûmeta mirovî bi parêze, di gelek rewşan de, vedigere gûrkirina pergala mêrê serdest. Di van pergalan de jin di bin siya şopa mêr a riza, îrade û azadiyê de tune dibin.
Şerîat, mekanîzmaya hilberîna ji nûve ya hêza mêrê serdest e
Di pergalek wisa de, şerîat, ji zemînê edaletê zêdetir karê mekanîzmaya hêzê ji nûve dihilberîne dibîne. Divê hêzê de jin ne kir deye, amûr e. Ev peyv dema di ziman û çandê de dubare dibe, bi demê re vedigere rastiya civakê, rastiyek wisaye ku bedenê jinê, hestên wê û heta mehra Şer’î jî dibe mijara kirîn û firotinê û ji rexneyan tê parastin.
Zewaca Şer’î, bazara ku zarokên keç lê tê firotin
Li gelek herêmên Komara Îslama Îranê, her roj zarokên keç dibin navê ‘zewaca şer’î’ de, di bin çavdêriya saziyên fermî de, wek amûr tên pêşkêşkirin. Yek ji van zemînan jî ‘malpera zewacê ya Adem û Hewa’ ye. Ev malper, agahiyên şexsî yên zarokên keç pêşkêş dike, zarokên dibin 18 salî de didin nasîn û bûye platformek ku bikire û bi firoşe. Her wiha di nava îlanan de keçên 13 salî jî tê dîtin.
Ev malper di sala 2018’an de bi armanca ‘asankirina zewacê’ hatiye avakirin û di daxuyaniya de teşwîqa navbeynkariya zewacê, belavkirina zewaca rast û îdeaya destekdayîna avakirina malbata dispêre rêgezên Îslamê cih digre. Lê belê di pratîkê de, zewacek ku pêktîne bi asan xwebigihîne zarokan û bûye zemînê mut’a. Ev zemîn ne tenê dijî mafê mirovane, zarokên keç, dike qadek ku rûmeta mirovî binpê dike û destavêtina pergalî xwedî dike.
Rewakirina tundiya zayendî li dijî zarokan
Ev pêvajo, ne tenê bi eşkere binpêkirina mafê zarokane, li cihê ku zarokan bi parêze, teyîsîna pergala zagonî û civakî ku ji bo kedxwarina wan zemîn amade dike ye. Di qadek ku kontrola çalak û şefaftiya zagonî neyî de, ev platform, bûne amûra rewakirina tundiya zayendî li dijî zarokan. Ev tundî bi navê zewaca şer’î, rewatiya civakî û olî qezenc kiriye, lê belê di bingeh de destavêtina zarokan e.
Dema hê nêztir were mêzekirin, ev diyarde di pergalên fermî û çandî de, nîşaneya dewama nêzîkatiyên amûrkirina jin û zarokên keçe. Ev nêzîkatî ne di bingehê nasnameya jinê ya şexsî û ne di bingehê mafê mirovan de, li ser pabendbûna îradeya mêr û rolên keveneşop tê pênasekirin. Di vê qadê de zarokên keç, ne tenê ji mafê hilbijartin, pêşketin û perwerdê bê par dibin, di heman demê de dibe amûrek ku berdewamiya têkiliyên kontrol û hêza di nava civak û malbatê de. Pênaseyên dijminatiya jinan ku xwe dispêre kokê cardin tê hilberandin, tenê ji ber jinin dibin serweriya mêr de bi navên nû tê teqaskirin.
Ev platformên ‘zewaca mayînde’ ku di medyaya dijîtal û ji aliyê kesên girêdayî hikumetê ve tê rêvebirin, dîtînek modern a kedxwarina zarokên keçe. Ji ber zarokin ji bo hinek mêran ‘balkişandina’ zayendî dide avakirin û ev rewş li hemberî têgîna zewacê nîşaneya rêderketina pergalî ye.
Zewaca zarokan; ji bo mut’a nixûmandine
Di van malperên zewacê de ku bi lêgerînek asan gelek vebijêrek derdikevin, piranî zarokên keç ên di navbera 13-15 salî ne. Di dîtinê de weke ku ji bo ‘zewaca mayînde’ hatine qeydkirin tê pêşkêşkirin. Ev komên temen zewaca mayînde di nav de mijara rexneyên cidî ye, di pişt perdeyê de eşkereye ku ji bo mut’a karê nixûmandinê dike.
Ev malper, tê îdeakirin ku piranî di çarçoveya şerîatê de di xebite, temenê zewaca zagonî ‘xeta sor’ îlan dikin. Lê belê di pratîkê de ev tê binpêkirin, ji ber zarokên hê biçûktir jî dikarin qeyd bibin. Ev qad vedigerin zemînê zarokan wek amûr bikirin bi firoşine.
Li gorî zagonên Îranê, keçên dibin temenê 13 salî de, dikarin bi mêrê ku 50 sal jê mezintir re bi zewicin û hinek otorîterên olî, ne tenê li hemberî vê derdikevin, bi eşkere teşwîq dikin. Ev rewş di mafê zarokan, exlaqê civakê û saziyên dewlet û olî di zivrînekên ziyanê de pirsgirêkên cidî derdixwe.
Mêrê olî yên Îranê û serokê saziya Nimêjê Muhsîn Karaaetî, têkildarî zewaca zarokên keç wiha gotibûn: “Divê di mijara zewacê de lez bê kirin. Keç û kur bi zewicin. Ez li dijî zewacên xwendekaranim, divê zewac di dema dibistana amadeyî de bê kirin, ji ber zarokên keç di 13 salî de dixwazin bi zewicin.”
Ev nêrîn teyîsînek li dijî zayenda jinê, nêrînek xwe dispêre hikumetê ye. Ev nêrin di nava salan de ketiye nava gelek pergalên olî û çandî û rola jinê di astek zêde de weke ‘amûra mubadele’ hatiye pênasekirin. Fikrek wiha hebûna jinê ne tenê bi tunehesibandinê re sînordar dibe, ji asta mirovî ya wan zêdetir dixin katagoriya amûr de. Wisaye ku ev amûr di malperên cûda de tê pêşandan û li bazarên ku mêr rêve dibin de tên kirîn û firotin.
Divê çarçoveyê de kedxwariya zayendî ya zarokên keç ji destpêka jiyana wan ve asan dibe û vê bi zagonên ku navenda wan mêre vê pêvajoyê rewa dike. Ev zagon ne ji bo parastina zarokan, ji bo berjewendiyên pergala mêr hatiye dizaynkirin.
Rumeta mirovan û mafê wan; ji bo jin û zarokan pêşeroje
Berdewamiya vê pêvajoyê, ne tenê binpêkirina mafê şexsî ne, gefê li bingehê exlaqa civakî dixwe û bi edaletê baweriya bi rumeta mirovan tune dike. Lê belê di zagonan de guherînek berfireh, rexenekirina bi awayek cidî ya kevneşopiyên bi zerer û bi bihêzkirina gotinên bingenê mafê mirov û wekheviyê û jin û zarok ne amûre, mirovên azad, xwedî maf û layîqî rêzê ne ku berbi civakekê ve biçin gengeze. Civakek wisa ku êdî jin nebin amûrek were kirîn û firotin.