Li Îranê di 10 salan de rêjeya xwekuştinê ji sedî 70’ê zêde bû
Li gorî îstatîstîkên fermi, li Îranê di 10 salên dawî de rêjeya bûyerên xwekuştinê nêzî ji sedî 70’ê zêde bûn. Li gorî daneyan, li seranserê welat Parêzgeha Îlamê xwedî rêjeya xwekuştinê ya herî bilind e.
Navenda Nûçeyan – Li gorî îstatîstîkên fermî yên nû ya ji aliyê Navenda Daneyên Vekirî ya Îranê ve hat weşandin, li Îranê hejmara xwekuştinan di 10 salên dawî de nêzî ji sedî 70’ê zêde bû û ji nêzî 3 hezar û 500 bûyerên sala 2011’an û zêdetirê 6 hezar bûyeran sala 2023’an derbas kir.
Li gorî raporê, li Îranê bi kûrbûna qeyranên siyasî, civakî û aborî re, di salên 2010’an de rêjeyên xwekuştinê bi awayekî balkêş zêde bû û ji her 100 hezar kesî ji 4.7 bûyeran gihişt 7 bûyeran.
Danayên li gorî parêzgehan, nîşan dide ku rewşa li rojavayê Îranê, li gorî herêmên navîn û rojhilatê welat zêdetir krîtîktir e. Îlam, xwedî rêjeya herî bilind a xwekuştinê ya li Îranê ye û di sala 2023’an de ji her 100 hezar kesan 16.8 bûyer hate tomar kirin.
Piştî Îlamê, parêzgehên ku xwedî rêjeyên herî bilind ev in: Kohgiluye û Buyer Ehmed, Kirmaşan, Çahermehal û Bextiyarî, Hemedan, Elborz, Loristan û Sine. Li van parêzgehan rêjeya xwekuştinê ji her 100 hezar kesan zêdetirê 10 bûyer hatin ragihandin.