Li Îranê daketina xwendekaran a zanîngehê qedexe kirin
Rayedarên Zanîngeha El-Zehra ya Îranê, bêyî şandina peyamek, hişyariyek nivîskî, banga fermî an jî agahdariya zelal, daketina hinek xwendekaran a ji bo zanîngehê, qedexe kirin. Her wiha hinek xwendekar jî rastî gefan hatin.
Navenda Nûçeyan- Li gorî rapora ji aliyê Xwendekarên Yekbûyî ve hat weşandin, piştî xwepêşandanên berfireh ên xwendekarên Zanîngeha El-Zehra ya du rojan û xwepêşandanên 23’ê Sibatê bi dawî bûn, dora rojê li derdora zanîngehê ewlehî, kontrol û sînorkirina xwendekaran hat zêdekirin.
Li gorî agahiyan, rayedarên zanîngehê bêyî şandina peyam, hişyariya nivîskî, banga fermî an jî agahdariya zelal, daketina hinek xwendekaran a ji bo zanîngehê qedexe kirin. Ev pêkanîn bêyî pêvajoyek zelal, belgekirî an jî qanûnî ya derbarê sedeman de hat kirin û xwendekar ji mafên xwe yên ferbûna rewşa xwe û şopandina fermî bêpar hatin hiştin.