Li Îranê biryarên dadgeh û girtîgehan dibin sedema fikaran

Dadgeha Temyîzê ya Îranê, biryarên dadgehê yên bi nakok û şert û mercên girtinê yên dijwar da. Ev rewş di nava rêxistinên mafên mirovan û malbatên kesên girtî de bû sedema fikarên mezin.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê li dijî welatiyan pêla binpêkirinan didome. Ev yek bi biryarên dadgehê yên bi nakok, veguhestina girtiyan û pêkanînên girtina dijwar ên mîna hucreya yek kesî xwe nîşan dide û di nava rêxistinên mafên mirovan û malbatên di bin çavan de dibe sedema fikarên berfireh.

Medyaya Îranê, ragihand ku Dadgeha Îstînafê biryara cezayê şeş meh girtîgehê, 16 milyon tumen cezayê pere û şertê nivîsandina tezek lêkolînê ya li ser Firdewsî ji bo Zeyneb Mûsewî pejirand. Zeyneb Mûsewî, piştî vîdyoyek li ser medyaya dîjîtal parve kir bangî wê hat kirin û Dadgeha Asliye ya cezayê girtîgehê û cezayên din da. Dadgeha Temyîze jî biryar pejirand. Zeyneb Mûsewî ya yek ji komedyenên jin ên Îranê ye, afirînerê karaktera "Împerator Kuzko" ye û di Mijdara 2023’an de ji bo demek kurt hatibû binçavkirin.

Sewqî Girtîgeha Qerçaxê hat kirin

Desthilatdarên Îranê, bijîjka beşa lezgîn Gulnaz Naraghî ya 37 salî piştî ku li Tehranê hat binçavkirin, sewqî qawîşa jinan a Girtîgeha Qerçaxê kirin û rewşa tenduristiya wê nebaş e. Malbata wê nekaribûye der barê şert û mercên girtina wê û prosedurên qanûnî de agahî bigre. Gulnaz Naraghî, di meha Çileyê de li mala xwe hatibû girtin.

Binçavkirin

Medyaya Îranê, ragihand ku çiyager Elî Ekberî Nejad ê 46 salî û Samana Lal Behlavan a 44 salî li Girtîgeha Meşhedê di hucreya yekkesî de tên girtin. Malbatên ku nêzî mehek e ji wan agahî negirtin, tenê bi riya telefonê diaxivin lê cih û rewşa wan a tenduristiyê nehatiye eşkerekirin. Hêzên ewlehiyê bi ser mala bavê Nejad de girtin, herdu werzişvan girtin û alavên wan desteser kirin. Nejad, di dema binçavkirinê de rastî lêdanê hat.