Li Îranê binçavkirinên kêfî didomin
Du jinên ku li Îranê hatin girtin, ji mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bêpar in. Rêxistinên Mafên Mirovan, diyar dikin ku ev rewş binpêkirinên cidî yên mafan ava dike û hişyariya “dibe ku zext di şertên şer de zêdetir bibe” kirin.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê binçavkirinên kêfî didomin. Raporên mafên mirovan, nîşan didin ku tedbîrên ewlehiyê li herêmên cûda yên welat, li dijî welatiyan her ku diçe berfireh dibe.
Sedemên binçavkirinan, rewşa girtiyan û kêmbûna zelaliya fermî, fikarên derbarê rewşa heyî ku zext zêde bibin de kûr dike.
Li gorî agahiyên hatine weşandin, hêzên îstixbaratê bi ser mala Shida Sheikhî ya 25 salî ku li bajarê Seqiz dijî de girtin û bêyî biryarek binçavkirinê, ew girtin. Di dema lêgerîna li malê de dest danîn ser tiştên wê yên şexsî, telefon û kompîtera wê. Derbarê sedema binçavkirin, sûcên lê tê barkirin û li kuderê tê girtin de ti agahî nedan malbatê û hewldanên agahdarbûnê jî bê encam man.
Ev 11 roj in xeber jê nayê girtin
Ferîdeh Ketabî ku Dayîka aktivîsta bi navê Sara Sediqî Hemedanî ye jî, hate binçavkirin û ev 11 roj in xeber jê nayê girtin.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin, mafê hevdîtina bi parêzer re nedane Ferîdeh Ketabî, hevdîtin û têkiliya bi malbatê re hatiye astengkirin û ji xizmetên bingehîn ên tenduristiyê bêpar hatiye hiştin. Ev rewş fikarên cidî derbarê tenduristiya wê de bi xwe re anî. Hate diyarkirin ku heta niha rayedaran têkildarî ku Ferîdeh Ketabî li kuderê tê ragirtin û şertên girtinê, ti daxuyanî parve nekirine.
Zagon tên binpêkirin
Li gorî nirxandinên saziyên mafên mirovan ên li Îranê, paşguhkirina rewşa van herdu girtiyan û bêpar hiştina ji mafên bingehîn, tê wateya binpêkirinên cidî yên mafên girtiyan. Komîteya Berdana Girtiyên Siyasî ya Îranê, bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku jiyana girtiyan û parastina mafên wan di her şertan de divêtî ye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her nêzîkatiyên dij qanûnî, binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye.