Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê greva girseyî dest pê dike

Xwepêşandanên ku di 25’ê Kanûna 2025’an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, bi grevên giştî yên xwendekaran didome.

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên ku di 25’ê Kanûna 2025’an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin didomîn. Xwepêşandan, bi grevên giştî yên xwendekaran berdewam dike. Xwendekarên 9 zanîngehan, ji bo greva giştî ya di navbera 27-28’ê Sibatê de banga tevlibûnê kirin.

Zanîngehên ku bang kirin û saetên çalakiyan wiha ne:

“* Xwendekarên Zanîngeha Azad a Tehrana Rojhilat, dê di 27’ê Sibatê de saet 11:00’an de li ber Fakulteya Zanistên Mirovî kom bibin.

* Xwendekarên Zanîngeha Allemayê dê saet di 12.00’an de li pêşiya bîrdariyê kom bibin.

* Kampusa navendî ya Zanîngeha Azad a Şehrîkurd dê saet di 12.00’ê de li Qada Şakayikê kom bibin.

* Yekeya Zanist û Lêkolînê ya Zanîngeha Azadê dê di 27-28’ê Sibatê (di her du rojan de jî) saet di 12.00’ê de li pêşiya fakûlteyê kom bibin. Heke tevlibûn xurt nebe dê li pêşiya kampusê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.

* Zanîngeha Azad a Navendî ya Tehranê dê saet di 12.00’ê de li pêşiya avahiya sereke kom bibin.

* Xwendekarên Zanîngeha Sohanekê dê saet di 12.00’ê de li pêşberî Fakûlteya Sohanek-Hunerê kom bibin.

* Xwendekarên Zanîngeha Azad a Benderabbasê dê saet di 09.00’ê de kom bibin.

* Li Fakûlteya Zanistên Tipê ya Zanîngeha Azad a Tehranê dê xwendekar saet di 12.00’ê de li pêşiya Fakûlteya Zanistên Tibî yên Nû û Paramedîk kom bibin.

* Zanîngeha Azad a Reştê dê saet di 11.00’ê de li pêşiya fakûlteyê kom bibin.”