Li Îran û Rojhilat roja 47’emîn: 6 hezar û 506 kes hatin qetilkirin

Li gorî rapora HRANA’yê, li Îranê 216 jê zarok 6 hezar û 506 kes hatin qetilkirin û 52 hezar û 941 kes jî hatin girtin. Tê destnîşankirin ku 11 hezar û 730 bûyerên mirinê di bin lêpirsînê de ne û hejmara sivîlên birîndar bûye 25 hezar û 22.

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên ku li hemû parêzgehên Îranê belav bûne, di roja 47’emîn de bi navber didomînin. Rejîm, pêla komkujî û girtinên xwe yên bi armanca tepeserkirina xwepêşandanan destpêkirine, didomîne.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) di raporeke xwe de bîlançoya xwepêşandanên di roja 46'an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûne, eşkere kir.

Li gorî rapora HRANA'yê, hejmara giştî ya miriyan 7 hezar û 2 ye. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 214 kes jê hêzên rejîmê ne, 66 kes jî sivîl in û beşdarî xwepêşandanan nebûne.

Di raporê de tê gotin ku 6 hezar û 506 kes ku 216 ji wan zarok in, ji aliyê hêzên rejîmê ve bi gumana beşdarbûna xwepêşandanan hatine kuştin. Di raporê de tê destnîşankirin ku 11 hezar û 730 bûyerên mirinê hîn jî di bin lêpirsînê de ne û hejmara sivîlên birîndar wekî 25 hezar û 22 hatiye ragihandin.
Her wiha tê gotin ku 52 hezar û 941 kes hatine girtin ku 136 ji wan xwendekar in û 11 hezar û 51 kes ji bo îfadeyê hatine gazîkirin. Wekî din, rapor destnîşan dike ku hejmara vîdeoyên ku di bin navê "mikurhatinê" de ji aliyê çapemeniya alîgirê rejîmê ve hatine belavkirin, gihîştiye 337'an.