Li Êlihê gel li dijî qeyûman li ber şaredariyê kom dibe
Li dijî qayumê ku li ser Şaredariya Êlihê hat tayînkirin gel li ber avahiya şaredariyê kom dibe. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a l şûna wê qayum hat tayinkirin got: “Me vê rejîma talanker û xespkar qebûl nekir û em ê qebûl nekin.”
Êlih – Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk qeyûm avêt ser Şaredariya Êlihê. Piştî ragihandina nûçeya qeyûmê gel li ber avahiya şaredariyê kom bû.
Girseya ku li ber avahiyê kom bû dirûşmên “Dê qeyûmên diz biçin” û “Hûnê hesab bidin gel” berz kirin. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk têkildarî tayînkirina qeyûm li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir.
Gulistan Sonuk, bertek nîşan da û wiha got: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi dengên jin, ciwan û gelê me, bi saya kedê gelê me li seranserî Tirkiyeyê bi rêjeya herî mezin em hatin hilbijartin. Beriya ku teblîxatek were şandin, di saetên serê sibehê de şaredariya me hate xespkirin. Me tu caran ev rejîma talanker û xespkar qebûl nekir û dê qebûl nekin jî. Şaredarî yên gel in.”