Li Çemçemal peykerê keziyek 5 metre ji bo piştgiriya Rojava hate danîn
Li Peymangeha Hunerên Ciwan a Çemçemalê di çarçoveya piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, peykerek 5 metreyî yê ‘Kezî’ hate danîn.
Navenda Nûçeyan- Çalakî û xwepêşandanên di çarçoveya piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê de, li Başûrê Kurdistanê didomin. Li bajaroka Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, çalakiyek piştgiriyê hate lidarxistin.
Li peymangeha Hunerên Ciwan a Çemçemalê bi amadebûna berpirsên perwerdê û xwendekaran rêze çalakiyên hunerî ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hatin lidarxistin.
Rêze çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên berxwedana Rojava û bi xwendina Sirûda Neteweyî ‘Ey Reqîb’ destpê kir.
Di heman çarçoveya rêze çalakiyan de, peykerek 5 metreyî ji aliyê xwendekarên peymangehê ve ji keziyê hate çêkirin. Ji aliyê Rêveberê Perwerdeya Çemçemalê Qasim Elî û Rektorê Peymangeha Hunerên Ciwankariyê ya Çemçemalê Dara Elî ve perdeya li ser peyker bû, hate rakirin.