Li 29 zanîngehên tibê ezmûn hatin boykotkirin xwepêşandanên xwendekaran belav dibin

Rêxistina Xwendekarên Pêşeng ragihand ku li Îranê 29 zanîngehên tibê beşdarî grev û boykota hilbijartinê bûne. Di rojên dawî de gelek xwendekarên zanîngehên Îranê çalakiyên rûniştinê li dar dixin û dirûşmên protestokirinê berz dikin.

Navenda Nûçeyan- Îro 4’ê Sibatê, di rapora ku Rêxistina Xwendekarên Pêşeng weşand de hat ragihandin ku 29 zanîngehên tibê beşdarî grev û boykota hilbijartinê bûne. Di heman demê de di rojên dawî de li bajarên cuda yên Îranê gelek xwendekarên zanîngehan sê çar roj in li pey hev di nava xwepêşandanan de ne.

Di rojên dawî de xwendekarên li seranserê Îranê, ji bo şermezarkirina zext û komkujiyên li dijî xwepêşanderan daxuyaniyên cuda didin û ji bo piştgiriya xwepêşandanên gel ragihandin ku wan ezmûn boykot kirine û dest bi grevên protestoyê kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî kuştina girseyî ya xwepêşanderan, hikûmetê hewl daye pêla xwepêşandanan rawestîne lê xwendekar dê bi boykotkirina azmûnan û lidarxistina grevan, xwepêşandana xwe bidomînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojên Yekşem, Duşem û Sêşemê, xwendekaran li dijî kuştin û tepeserkirina xwepêşanderan di meha Çileyê de û bijîşkên ku di vê heyamê de ji ber dermankirina birîndaran hatine girtin, xwepêşandanên protestoyî li dar xistine û dirûşm berz kirin.

Hat îfadekirin ku xwepêşandanên xwendekaran di bin şert û mercên gef û atmosfereke bi aloz de li zanîngehê pêk hatine.

Îro Rêxistina Xwendekarên Pêşeng bi raporek ragihand ku 29 zanîngehên tibê tevlî grev û boykotkirina hilbijartinan bûne.

Li gorî rapora ku xwendekaran weşand, fakulteyên hemşîretî û pîrikiyê, dermanxane, diran, rehabîlîtasyon, paramedîkal û xwarinê yên Zanîngeha Zanistên Tibî ya Şehîd Beheştî; fakulteyên dermanxane, bijîşkî û hemşîretiyê û pîrikiyê yên Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Tehranê; fakulteyên dermanxaneyê yên Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Şîrazê; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Îranê; fakulteyên bijîşkî û diransazî yên Zanîngeha Cundîşapur û Şahed a Tehranê; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Şehrekord; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Neyşabur; fakulteyên dermanxane, rehabîlîtasyon û bijîşkiyê yên Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Tebrîzê; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Îsfehanê; Fakulteya Dermanxaneyê ya Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Şahrûdê; Fakulteya Dermanxaneyê ya Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Babolê; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Kurdistanê; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Yezdê; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Meşhedê; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Luristanê; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Alborzê; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Kaşanê; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Semnanê; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Bojnûrdê; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Qûmê; Fakulteya Dermanxaneyê ya Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Hemedanê; Fakulteya Dermanxaneyê ya Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Zancanê; Fakulteya Dermansaziyê ya Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Urmiyê; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Kirmaşanê; Fakulteya Dermansaziyê ya Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Kermanê; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Zahedanê; Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Erdebîlê û Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Gorganê beşdarî boykotkirina ezmûnan, grev û xwepêşandanên xwendekaran bûne.