Li 22 bajaran rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
Li 22 bajarên ku Amed jî di nav de ye, di serdegirtina polîsan de rojnamevan jî di nav de gelek kes, bi hinceta ku ‘endamên MLKP’ê ne’ hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan- Ji Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP); Meclîsên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAV'ê gelek kes îro di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de xebatkarên Ajansa Nûçeyan Etkînê (ETHA) jî hene.
Navên kesên hatine binçavkirin ev in: Hevserokê ESP'ê Mûrat Çepnî, Fatoş Çelîk, Hacer Elçîn, Okan Danasi, rojnamevan Pinar Gayip, rojnamevan Zuleyha Muldur, Hasan Polat, rojnamevan Muslum Koyûn, Emre Altan, Cemîl Aksû, Hasan Huseyîn Yeşîlova, Ahmet Bîlal Bay, Tanya Kara, Hîvda Selen, parêzer Ozlem Gumuştaş, Meral Tatar, Ûgûr Ok, Emrah Topaloglû, Rûşa Sabûr, Hidir Sabûr, Yalçin Demîr, Kanber Saygili, Fatma Saygili, Alî Haydar Saygili, Aynûr Ergul, Satiye Ok, Berfîn Polat, Îlerî Devrîm Yûrtsever, Beycan Taşkiran, Ramazan Karakaya, Aydin Kiliçdere, Haci Çîçek, Mehmet Acettîn, Emîn Orhan, Şahîn Tumuklu, Hatîce Endam Ozaslan, Esnet Şahîn, Huseyîn Acer, Ayşe Yilmaz, Dîlan Ergul.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê binçavkirinan de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat angaştin ku di “operasyoneke li dijî MLKP’ê de” li 22 bajaran 96 kes hatine binçavkirin.