Li 20 girtîgehan îşkence û muameleya xirab li girtiyan hat kirin

Di rapora ku ji bo 20 girtîgehan ên li Amed, Xarpêt, Erzîngan û Erziromê ne, diyar bû ku binpêkirinên weke lêgerîna tazî, gihîştina mafê dermankirinê, îşkenc û muameleya xirab çêbûne.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), encamên rapora ku ji bo girtîgehên li Amed, Xarpêt, Erzîngan û Erziromê amade kirine eşkere kirin.

Di rapora ku li Şaxa OHD’ê ya Amedê hat eşkerekirin, binpêkirinên mafan di mehên Çile û Sibatê de ku di dema serdanên girtîgehan hatine amadekirin hene. Endamê Komîsyona Girtîgehan

A Şaxa OHD’ê Ahmet Guler, destpêkê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina tecrîda li Îmraliyê, sererastkirina mercên girangikirî û xwest ku biryarên îhlalê yên DMME’yê werin esasgirtin “mafê hêviyê” pêk were. Ahmet Guler wiha got: “Divê demildest dest ji pêkanînên xirab ên li girtîgehan li dijî girtiyan tên kirin, li îşkenceyê were anîn, der barê peywirdarên giştî yên li dijî hiqûqê tevdigerin mekanîzmayên lêpirsînê baş werin bikaranîn.” diye konuştu.

40 caran 20 girtîgeh hatin ziyaretkirin

Ahmet Guler, ragihand ku di raporê de 7 Girtîgehan Kampusê yên Amedê, 5 Girtîgehên Kampusê yên Xarpêtê, Girtîgeha Tîpa T ya Ezirganê, Girtîgeha Tîpa L ya Ezirganê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Jinan a Ezirganê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a bi Tîpa 1 û 2 ya Dumliya Erziromê, Girtîgeha Tîpa H a Oltuya Erziromê jî din av de 20 girtîgeh hene. Her wiha diyar kir ku 40 car çûne serdana van girtîgehan.

Bikaranîna du kelebçeyan

Di hevdîtinan de girtiyan diyar kirin ku daxwazên wan ên ji bo revîr û sewqên nexweşxsaneyan, dereng tên bicihanîn, dermankirina girtiyên nexweş baş nayê kirin, girtî bi saetan di wesayîdên rîngê de tên sekinandin, çot kelepçe tên bikaranîn, di dema muaneya bijîjk de leşkeran dernaxin derve. Hat gotin ku çalakiyên civakî bi hinceta "ewlekariyê" tên astengkirin, girtî sewqê girtîgehên ji malbatên xwe dûr tên kirin, di dema sewqan de nahêlin girtî eşyayên xwe bigrin.

Girtî rastî îşkenceyê tên

Di raporê de hat gotin ku ji bo odeyên 3 kesî de xwarina ku têra kesek dike tê dayîn, di xwarinan de hijyen tune ye, kêmasiya avê heye, bersiva daxwaznameyan nayê dayîn, bihayê tiştên ji kantînê dikirin ji derve zêdetir e, di nava hefteyek de du carî zemê tînin ser berheman, girtî di dema ketin û derketina ji girtîgehan de rastî lêgerîna bê usûl û tazî tên. Her wiha hat ragihandin ku girtiyên li dijî vê yeke derdikevin rastî îşkence û muameleya xirab tên.

Di raporê de bal hat kişandin ku pedên hîjyen nadin jinên girtî, yên bê kalîte didin wan û ev yek jî dibe sedema nexweşiya wan. Her wiha hat gotin ku li hinek girtîgehan li ser renzeyek 2 girtî radizên.

Pêşniyar û daxwazên ku di raporê de cih girtin wiha ne

“* Divê der barê peywirdarên girtîgehan ên li dijî girtiyan kiryarên derhiqûqî û helwest nîşan didin de mekanîzmayên lêpirsînê hebin. Der barê pirsgirêkên li girtîgehan de divê saziyên neteweyî û navneteweyî werin agahdarkirin û serlêdanên pêwist werin kirin.

*Divê girtiyên nexweşiya wan giran ên nikarin bi tena serê xwe bijîn, serbest werin berdan, infaza wan were paşxistin, ên girtî werin berdan.

*Divê benda 16’an a Zagona Înfazê li gorî pêdiviyên girtiyên nexweş were guherandin.

* Lêgerîna nava dev ku rûmeta mirovan biçûk dixe û lêgerînên wiha yên bê usûl bi dawî bibin, girtiyên nexweş sewqê nexweşxaneyan werin kirin.

* Divê girtî baş, bi denge û tendirust xwarinê bixin, vîtamînan bigrin.

* Divê li girtîgehan hejmara personelên tendirustiyê zêde bibe. Girtiyan ne bi ringan bi wesayîdên paqij û li gorî tendirustiyê bibin nexweşxaneyan.

*Li gelek girtîgehan pêdiviya avê ku ji bo jiyanê sereke ye, kêm e û ev yek gihîştiye asta binpêkirina tendirustiyê. Ji bo paqijiya şexsî ya girtiyan divê bi lezgînî malzemeyên hîjyenê bê pere werin temînkirin û beriya her tiştî pirsgirêka avê çareser bibe.

* Ji bo girtî li girtîgehan di mercên bi tendirust de bijîn, amûr û alavên paqijkirinê bidin wan, bi armanca pêşîgirtina nexweşiyên şewbê, di warê paqijî û tendirustiyê de hesasiyet hebe.

* Divê pirsgirêkên girtiyan ên di warê telefon û nameyan de werin çareserkirin, di rewşên derasayî de li girtîgehan (sewq û surgunên di demên dawî de li girtîgehan çêdibin, nexweşiyên şewbê û hwd.) de mercên têkiliyên girtiyan bi malbatên wan re werin avakirin.

* Ji bo girtî û yên tên serdana wan, li gorî mewzûatên navneteweyî muameleya layiqê rûmeta mirovan were nişandan; bi hinceta ewlehiyê jî be lêgerînên ku di ketina girtîgehan de tên kirin li dijî rûmetê nebin. Divê der barê personelên ku pêkanînên bi van rengan bikin de bi dozgeriya girtîgehê muameleyên zagonî werin kirin.

* Divê demildest dawî li îşkence û muameleya xirab a li girtîgehan were; der barê peywirdarên giştî yên li dijî hiqûqê tevdigerin de lêpirsîn werin destpêkirin û mekanîzmayan bixin dewre.

*Rayedar û endamên saziyên ku lêkolîn kirine; tesbît kirine divê der barê tiştên li girtîgehan li dijî girtiyan, mercên fizîkî û muameleyên dijhiqûqê de kontrola îdarî û darazî werin kirin. Li gorî Protokola li dijî Îşkence, Kiryarên Dermirovî, Muameleya ku Rûmetê Dişkîne yan jî Peşîgirtina Ceza mekanîzmayên ‘serbixwe’ yên neteweyî werin avakirin û hikumetê demildest vexwînin ku dest bi xebaten pêwist bike.”