Leyla Musa: Li Sûriyeyê rêya diçe aramiyê ji lihevkirinê derbas dibe
Sûriye, hê ji şerê demdirêj û tevlîhev û bandorên siyasî, civakî û aborî derneketiye. Nûnera Konseya Sûriyeya Demokratîk a Misrê Leyla Musa diyar kir ku rêya aramiya li Sûriyeyê ne ji dûrxistinê ji lihevkirinê derbas dibe.
ESMAA FETHÎ
Qahîre – Sûryeyî piştî şer hêvî dikirin ku wê aramî were û hikûmetek berfireh û demoratîk ava bibe, lê belê geşedanên dawî nîşan da ku krîzên kûr cardin hatin hillberandin û tabloya heye çiqas tevlîheve.
Guherînên di mehên dawî de encama mutabaqatên herêmê û navneteweyî bû. Ev rewş bandorek nerênî li siyaseta hundirîn kir û bendbendîbûna civakî kûr kir, gotinên nefretê zêde kir û rê li ber belavbûna tundî û binpêkirinan vekir. Ev jî gef li pergala aştiya civakî û siyasî dixwe.
Divî alî de ji bo Sûriyeyek rast nebûna dîyalogê, domandina polîtîkayên dûrxistinê, marjînalkirin û pêvajoya derbasbûnê bi nêzîkatiya ‘yek reng’ rêvebririn, di nava pêkhateyên civakê di nava van pêkhetayan di derbasbûna otorîteyê de krîza baweriyê kûr kir. Ev rewş pergala dewleta Sûriyeyê û pirsên bingehîn ên derbarê pêşeroja rêveberiyê de anîn rojevê.
Nûnera Konseya Sûriyeya Demokratîk a Misrê Leyla Musa têkildarî tabloya niha ya siyasî ji ajansa mere nirxandin kir û da zanîn ku wê bi gotinên nefretên derfetên dîyaloga neteweyî û pêvajoyek berfireh ya derbasbûnê ava nabe.
‘Kontrola rast bi lihvekirinê çêdibe’
Leyla Musa diyar kir ku bedelên geşedanên di demê dawî de Sûryeyiyan bi giran dan û got: “Gotinên ku ji aliyê hinek figurên medyaya hikûmtê û aktoran ve ziyan da civakê. Binpêkirinên wek înfazên li qadê hatin jiyîn, talan, nzîkatiyên hovane li beramberî cenazeyan, li gel van gotinan belav bû. Ev rewş di nava beşên cûda yên civakê de, rê li ber krîzek kûr a baweriyê û hilweşînê vekir. Bi zorê ferzkirina pêkanîna kontrolê li hemû welat, wê aramiyê neyne, aramiya rast, enceq bi hevkarî û dîyalogê dikare were pêkanîn. Polîtîkayên dûrxistinê, di hinek beşan de daxwaza diyarkirina çarenûsa xwe bi hêz dike.”
‘Ji bo Sûriyeyek rast diyalog nîne’
Leyla Musa anî ziman ku heta niha yek alî biryar hatine girtin û pêkhateyên din di astên mezin de hatine dûrxistin hinek navên ku wek sembolîk di hikûmetê de cih digrin, bi rastî nûnertiya civaka xwe nakin û got: “Peymana di 29’ê Çileyê de bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hatî îmzakirin, ji bo dîyaloga navneteweyî û berfireh xalek a werçerxê ye. Pêvajoyek ku hemû Sûriyeyiyan digre nava xweye û pêwîstî bi destûrek bingehîn ku pirrengiyê di teyîsîne heye.”
‘Rewşa jinan li gorî herêman cûda ye’
Leyla Musa îfade kir ku ceribandinên jinên Sûriyeyê li gorî herêman tê guhertin û got: “Li cihên ku Îslama siyasyê lê serwere, tundiya dijî jinan hatiye rewakirin, ferzkirina qamçî, terzê jiyana bi zorê û pêkanînên wek kuştinê tê dîtin. Piştî 8’ê Kanûnê, hewl hat dayîn vê modelê belavî gelemperî welat bikin, li ser cil û jiyana rojane qedexe anî, lê belê civaka Sûriyeyê vê nêzîkatiya yek tîp red kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin hê zêdetir beşdarî jiyana civakî û siyasî bûne, ji ber vê di bûyerên dawî de pêlek taybet a tundî û tolhildanê li dijî jinan tê jiyîn. Tevî vê jî gelek jinan ji bo mafê xwe têkoşîna xwe domandin, lê belê pêvajo dirêj û zore.”
Pirsgirêka temsîlê didome
Leyla Musa destnîşan kir ku tenê cihgirtina jinekê di hikûmetê de ne guherînek raste û got: “Navên ku tayînî saziyên jinan kirine, bal kişandina ser modela yek tîp a jinan ji aliyê tevgerên jinan ve rastî bertekan hat. Di parlementoyê de hejmara jinan 6 derbas nekiriye, tayînkirina daxwazên rast ên jinan na teyîsîne. Tevî ku beriya 2011’an rêjeya jinan a di parleentoyê de ji sedî 12 bû, mafên jinan nehate teyîsandin. Bihêzbûna rast ne bi tayînan, jin nûnerên xwe bi azad bi hilbijêrin gengaz dibe.”
Çima vegera koçberan pêknehat?
Leyla Musa da zanîn ku guherînên piştî şer, vegerek rast a demokratîk ava nekir, başbûna aborî û civakî pêkneanî û got: “Bînesazî nêzî ji sedî 80 hilweşiyaye, ji sedî 90’ê nifusê dibin sînorê xizaniyê de dijîn. Bêyî garantîkirina ewlehî, kar, perwerde û şertên bingehîn ên jiyanê, vegera koçberan a bi dilxwazî dê ne gengaz be. Hinek kesên ji Lubnanê vegeriyan ji ber neçariyê vegeriyan.”
‘Bêyî derbasbûna siyasî, aramî çênabe’
Leyla Musa diyar kir ku ji bo derbasbûna siyasetek berfireh ji bo azadiyê, diyaloga neteweyî ya hemû beşan digre nava xwe û destûrek bingehîn ku pirrengiya gel di teyîsîne pêşbînî dikin û got: “Enceq bi vê rêyê wê pêkanîn werin rakirin, têkiliyê navnetweyî ji nûve werin avakirin û ji bo jinûve avakirinê qadek guncaw ava bibe. Bêyî pêkanîna van şertan, gotinên pêşketina aborî, wê ne rast bin.”