Leyla Arzu Îlhan: Divê destpêkê polîtîkayên ku bûne sedema penaberiyê bi dawî bibin

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Leyla Arzu Îlhan diyar kir ku gelê wargehê li ser vegera ku ger çêbibe xwedî biryardariyek e divê veger li ser bingehê paradîgmaya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan daye pêşxistin çêbibe.

Mexmûr – Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji ber polîtîkayên dewleta Tirk û şewitandina gundan di salên 1990’î de koçber bûn, piştî rêwîtiya çend salan a ber bi çend wargehan ve, herî dawî li Mexmûrê bi cih bûn. Gelê wargehê bi ked û xebata xwe çoleke hişk û zuha veguherand wergeha jiyanê û bi têkoşîna ku bi salan e didomîne rûpelek zêrîn vekir.

Li ser mijara vegera koçberên kampa penaberan a Mexmûrê, Leyla Arzu diyar kir ku gelê wargehê ji ber zorî û polîtîkayên dewleta Tirk penaber bûye û wiha got: “Bêguman pêkhateya ku niha li wargehê ye, beriya ku penaber bibe, bi cihbûna Tevgera Apoyî li herêmên Botan û Colemêrgê jixwe girêdana wan çêbûbû. Bi zor û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistan û gelê Kurd da destpêkirin re; bi hezaran mirov ji herêma Botanê ber bi başûrê Kurdistanê ve ketin riya koçberiyê. Ji ber em dizanin dewleta Tirk ji bo ku têkoşîna azadiya Kurd a di bin pêşengiya Rêber Apo de ji holê rake û qirkirina li ser gelê Kurd temam bike, van polîtîkayan meşand. Di encama van polîtîkayan de bi hezaran gundên Kurdan hatin şewitandin, xirakirin. Her wiha bi hezaran kesên Kurd hatin windakirin û qetilkirin. Gelê wargehê jî ji bo ku xwe ji van polîtîkayên qirkirin û teslîmgirtinê rizgar bike, riya têkoşînê hilbijart.”

‘Pergala xweser a jinan hat avakirin’

Leyla Arzu da zanîn ku hêzên desthilatdar hewl dan koçberkirinê bikin amûra bişaftin û têkbirina çand û zimanê civakê lê civaka wargehê penaberiyê vegerandiye mewziya têkoşînê û got: “Ji destpêka vê penaberiyê ve şêniyên wargehê li ser bingeha jiyana civakî û komînal pergalek xwerêvebirinê ava kirin. Di nava vê pergalê de cihgirtina jinan derfetek mezin û nirxek pîroz bû. Di nava pergala civakî de pergala xweser a jinan hat avakirin. Bêguman ev pergala xweser a ku hat avakirin, bi gelek zehmetiyan re rûbirû ma. Ji ber ku em dizanin her çendî civaka li Mexmûrê bi cih bûye ji herêma Botanê be jî hinek bandorên çanda feodal bi destên hêzên desthilatdar hatin çêkirin, li ser civakê jî bandor kiribû. Jin ne weke navenda pêkhateya civakê weke endamên duwemîn hatin hesabkirin.”

‘Bi her pêngavê re jinên wargehê xwe bi pêngavê re kirin yek’

Leyla Arzu îfade kir ku her çendî sîstemê xwestibe pergala bi hişmendiya mêr li ser civaka herêmê bide pêkanîn jî civaka herêmê ji nirxên xwe yên civaka xwezayî û komînal bi temamî nehatibû qutkirin û wiha domand: “Ji bo wê jinên wargehê jî di demek kurt de di nava pergala wargehê de dikaribûn xwe bi cih bikin. Ev pergal jî di salên destpêkê yên penaberiyê de hat avakirin û roja îro weke Meclîsa Îştar tê pênasekirin. Li ser vê yekê di hemû qadên jiyanê de jin bûn xwedî berpirsyariya heyî û xwedî mafên ku di encama van berpirsyariyan de hatine bidestxistin. Bi her gava ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hat avêtin re jinên wargehê xwe bi pêngavê re kirin yek. Ev pêngav jî rêxistinbûna xweser a jin, pergala hevserokatî ya ku pêkhateyên civakê weke jin û mêr bi hev re rêxistinbûna xwe dikin, hat pêkanîn. Mirov dikare bibêje, pergala civakî ya ku di pêşengiya jinan de tê birêvebirin, li wargehê hatiye sazkirin.”

‘Jinên wargehê bedelên mezin dan’

Leyla Arzu da zanîn ku civaka wargehê, xwe li ser hişmendiya civakek demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jinan bi rêxistin dike û got: “Ger heta roja îro ruxmê ewqas êrîşên dijwar û polîtîkayên li ser wargehê tên meşandin, civak dikaribûye têkoşîna xwe mezin bike ev bi saya destkeftiyên civaka wargehê ye bi pêşengiya jinan çêbûye. Jinên wargehê bedelên mezin dan. Deskeftiyên heyî encama wan bedelan in. Parastina van jî bi rêxistineke xurtir, biryardariyeke bi hêztir û avakirina feraseteke hevbeş dikare bi encam bibe.”

‘Gelê wargehê bi rêxistinbûna xwe komplo û êrîşan têk bir’

Leyla Arzu destnîşan kir ku her polîtîkaya li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê hatiye meşandin, bandora xwe li ser wargehê jî kiriye û ev tişt got: “Her wiha her êrîşa li ser paradîgmaya Rêber Apo hatiye meşandin jî bandora xwe li ser wargehê kiriye. Lê civaka wargehê bi rêxistinbûna xwe ev komplo û êrîşên hatine pêkanîn têk birin. Di roja îro de Rêber Apo ji bo gelê Kurd û tevahî mirovahiyê pêngavek bi nirx avêtiye. Ev pêngav jî bi perspektîfa manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku sala derbasbûyî di 27’ê Sibatê de hat îlankirin çêbû. Em dibînin Rêber Apo careke din bi rêbazên aştiyane  û demokratîk hewl dide pêşî li qirkirinek mezin li Kurdistan û Rojhilata Navîn bigre.”

‘Têkoşîna 32 salan wê bi azadiyê bi qebûlkirina ziman û çanda Kurd tacîdar bibe’

Leyla Arzu bal kişand ser rewşa wargeha Mexmûrê di vê pêvajoyê de û wiha got: “Di zemîna pêşxistina pêngava ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de rewşa wargehê jî tê nîqaşkirin. Civaka wargehê ya ku 32 sal in di riyên penaberiyê de ye ger dawî li vê penaberiyê were wê çawa be ev ji aliyê civaka wargehê ve gelek caran hat daxuyandin. Têkoşîna 32 salan a ku hat meşandin wê bi azadiyê, bi qebûlkirina ziman û çanda Kurd bê pêkanîn. Gelê wargehê li ser vegera ku ger çêbibe xwedî biryardariyek e ku veger wê li ser bingehê paradîgmaya Rêber Apo daye pêşxistin be. Biryardariya ji aliyê gelê wargehê, jinên wargehê ve hatiye pêşxistin li ser bingeha vegereke bi rûmet e. Destpêkê divê polîtîkayên ku bûne sedema penaberiyê bi dawî bibin, ziman, çand û nasnameya Kurd bê qebûlkirin.”