Sitiya Nexşa lez da provayên xwe yên 8’ê Adarê

Koma Bêrîvan û Koma Hêviyên Şengalê yên girêdayî Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa, ji bo 8’ê Adarê provayên xwe dikin da ku bi coşeke mezin 8’ê Adarê pêşwazî bikin.

Şengal – Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jin û keçên Şengalê di nav amadekariyan de ne. Koma Bêrîvan ji jinên ciwan û Koma Hêviyên Şengalê jî ji zarokên keç ên Şengalê pêk tê. Herdu kom jî girêdayî Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa ne û ji bo beşdariya pîrozbahiya 8’ê Adarê lez dane provayên xwe.

Endama Koma Bêrîvan Cîlan Elî 8’ê Adarê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Em wek Sitiya Nexşa û Koma Bêrîvan ev mehek e amadekariya xwe ji bo 8’ê Adarê dikin. Çend roj şûnde em ê li Deriyê Geliyê Kersê Bexçê Serok Apo 8’ê Adarê pîroz bikin. Em hêvî dikin bi gelê xwe yê Êzidî re wê rojê bi kêfxweşî derbas bikin.”

Viyan Birahîm jî endama Koma Hêviyên Şengalê ye. Wê jî derbarê amadekariyên koma xwe de ev agahî dan: “Em ê jî hem bi stranên xwe, hem jî bi dîlana xwe ya taybet beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê bibin. Di dawî de 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemû gelan pîroz dikim.”