Leşkerên Îranê di 8 salan de 56 zarokên Belûc qetil kirin

Li gorî rapora Kampanyaya Aktivîstên Belûc; ji sala 2017’an ve heta niha herî kêm 56 zarokên Belûc ji aliyê leşkerên Îranê ve hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Ji aliyê yekîneya Taqawar a girêdayî hêzên taybet ên Îranê ve, di 24’ê Sibatê de di gulebarankirina wesayîda malbateke Belûc de, bebikek û zarokek 5 salî jiyana xwe ji dest dan. Kampanyaya Aktivîstên Belûc (BAC), li ser vê yekê têkildarî zarokên ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine qetilkirin raporek weşand. Li gorî raporê; ji sala 2017’an, heta Sibata 2025’an di êrîşên leşkeran de herî kêm 56 zarokên Belûc jiyana xwe ji dest dane, 30 zarok jî birîndar bûne.

‘Zarokên Belûc bi zanîn hedef tên girtin’

Di raporê de hat diyarkirin ku zarokên Belûc bi zanîn hedef hatine girtin û wiha domiya: “Di nava civakê de yên herî bê parastin zarok in loma divê desteka taybet ji wan re hebe û werin parastin lê li herêmên ku nifûsa Belûc zêde ye, zarok ji aliyê leşekerên Îranê ve tên kuştin. Li gorî daneyên Kampanyaya Aktivîstên Belûc, ji sala 2017'an heta Sibata 2025'an herî kêm 56 zarokên Belûc hatin qetilkirin, 30 zarok jî birîndar bûn. Gelek ji van zarokan, ji 10 salî biçûktir bûn û bi guleyên hêzên leşkerî yan hatin kuştin an jî birîndar bûn. Van daneyan nîşan didin ku li Belûcistanê li dijî zarokan şîdet didome û dibin hedef. Ev zarok ji aliyê hêzên leşkerî ve yan rasterast tên gulebarankirin an jî bi êrîşên di tankerên şewateyan de dibin hedef.”

‘Divê peymanên navneteweyî werin bicihanîn’

Di raporê de hat bibîrxistin ku Îran alîgirê Peymana Mafên Zarokan e û wiha hat gotin: “Li gorî peymanê, peywira dewletê ew e ku zarokan jiyana zarokan biparêze, ewlehiya wan pêk bîne. Benda 6’an a vê peymanê balê dikşîne ku her zarok xwedî mafê jiyanê ye û divê hikumet ji bo parastin û jiyana zarokan her tiştî bikin. Her wiha benda 37’an a peymanê şîdet û muameleya dermirovî ya li dijî zarokan qedexe dike. Li gorî vê; hedefgirtina zarokên Belûc ji aliyê leşkeran ve, nîşan dide ku komara îslamê ya Îranê peymanên navneteweyî vekirî binpê dike.”

Di raporê de hat diyarkirin ku kuştina zarokên Belûc di nava civakê de bûye sedema travmayê û wiha hat gotin: “Yek ji encamên vê şîdetê jî ew e ku di nava malbat û zarokên Belûc de tirs û bêbawerî çêbûye. Ev rewş dê li ser derûniya nifşên nû bandorê çêbike. Li dijî qetilkirina zarokên Belûc divê civaka navneteweyî dengê xwe derxe. Hikumeta Îranê ya ku yek ji aliyên ku Peyaman Mafên Zarokan îmze kiriye ye; divê dawî li vê şîdeta leşkerî bîne û mafên zarokên Belûc biparêze. Binpêkirina mafên zarokên Belûc, tenê krîzeke mirovî nîn e, di heman demê de di warê rêgezên mafên mirovan ên Îranê de azmûnek e.”