Lêpirsîn hate destpêkirin, Rahmî Koç lêborîn xwest
Serdozgeriya Komara Îzmîrê, derbarê Rahmî Koç de ji ber gotinên dijî jinên Kurd, lêpirsîn da destpêkirin. Piştî bertekan Rahmî Koç daxuyanî da û ji ber gotinên xwe lêborîn xwest.
Navenda Nûçeyan – Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê derbarê karsaz Rahmî Koç ji ber gotinên wî yên derbarê jinên Kurd de bi sûcê ‘bi eşkereyî biçûkxistina beşek ê civakê’ lêpirsîn da destpêkirin. Rahmî Koç piştî bertekên zêde lêborîn xwest û parastina xwe kir û diyar kir ku niyeta wî ne hedefgirtina tu nasnameyane.
Serdogeriya Komara Îzmîr, ji ber gotinên zayendperstiyê yên li dijî jinên Kurd de derbarê karsaz Rahmî Koç de lêpirsîn da destpêkirin.
Dozgariyê, di daxuyaniya li ser hesabê medyaya dijîtal de, ragihand ku ji ber sûcê ‘bi eşkereyî biçûkxistina beşek ê civakê’ derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn dane destpêkirin.
Ji Wezîrê Edaletê daxuyanî
Wezîrê Edaletê Akin Gurlek, daxuyaniya dozgeriyê parve kir û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: “Mêzîna edaletê, li gorî tu serwet, berjeng û statuya kesê nayê guhertin; daraz hertim rûmeta mirov û hiqûqê di parêze. Îfadeyên ku ziyanê didin rûmeta jinan, haysiyeta wan dişkêne, ne li gorî hesasiyetên civakê ne, ji aliyê kêve hatibe gotin, qet nayê qebulkirin.”
Ji Rahmî Koç lêborîn
Rahmî Koç ku li hemberî jinên Kurd gotinên zayendperest bi kar anî, piştî bertekan daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de ku li ser hesabê medyaya dijîtal ê Koç Holdîngê bi îmzeya Rahmî Koç hat dayîn wiha hat gotin: "Ji bo gotinên xwe yên ku tu nasnameyeke hedef negirtine, lêborînê dixwazim."
Daxuyaniya Rahmî Koç, piştî lêpirsînên derbê de hatin vekirin û bertekên baroyan û rêxistinên jinan hat.