Lenya Ehmed bi destê xalê xwe yê DAIŞ’î hatiye qetilkirin
Lenya Ehmed a li Çemçemala Silêmaniyê hat qetilkirin derket holê ku xalê wê yê DAIŞ’î ew qetil kiriye.
Silêmanî – Li Çemçemala Silêmaniyêy a Herêma Federal a Kurdistanê, roja 3’ê Sibatê Lenya Ehmed a 34 salî ji aliyê xalê xwe yê DAIŞ’î Hamza Hamid ve bi çeka bi agir hat qetilkirin.
Di daxuyaniya ku malbata Lenya Ehmed da wiha hat gotin: “Lenya Ehmed, ji aliyê xalê xwe yê ku madeyên hişbir bi kar dianî û DAIŞ’î bû ve hat qetilkirin. Berê di sala 2016’an de têkiliya wî bi DAIŞ’ê re çêbûbû. Ji ber wê demek di girtîgehê de ma. Em nizanin tevî ku gotibû ez DAIŞ’î me jî çawa wî serbest berdan. Em bang li hemû aliyên dikin ku vê bûyerê di medya, medyaya dîjîtal û hesabên xwe de bi agahiyên derew neweşînin. Em niha di nava êş û xemgîniyek de ne. Ji ber wê em dixwazin hûn ji me re alîkariyê bikin.”